DAIŞ'ê bêhtirî 100 kesî kuştin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 28 Tebax 2021 - 02:21

  •  Herî kêm 100 kes hatin kuştin, 13 ji wan jî leşkerên Emerîkî ne.

Di encama êrişa li dijî Balafirgeha Kabîlê de, herî kêm 100 kes hatin kuştin. 13 ji wan jî leşkerên Emerîkî ne.

Pêr li dijî Balafirgeha navneteweyî ya Kabîlê, li Efganistanê, êrişên xwekujî yên hemwext pêk hatin. DAIŞ’ê berpirsiyariya êrişan girt ser xwe. Li gorî agahiyên ji çapemeniyê, herî kêm 100 kes di êrişêna de mirin û 150 kes jî birîndar bûn. Li gorî rayedarên Emerîkî, di nava kuştiyan de 13 eskerên Emerîkî jî hene.

Li gorî nûçeya Reutersê ku spartiye rayedarekî Talîbanê jî, herî kêm 28’ê endamên Talîbanê jî di êrişê de hatine kuştin.
Serokê Emerîkayê Joe Biden elaqedarî êrişê got, "Bila yên ev êriş kirine û kesên dixwazin zirarê bidin Emerîkayê baş zanibin: Em ê efû nekin û ji bîr nekin. Em we hemûyan bibînin û hesab ji we bipirsin.”

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.