- Cihên dîrokî yên Girê Spî, Til Dehlîz û Til Sahlan, têne talankirin.
Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo got, bi dehan cihên dîrokî yên li kantona dagirkirî yên mîna Til Dehlîz û Til Sahlan, têne talankirin. Wî her wiha bang li şêniyên herêmê kir da ku rê nedin dagirkeran ku şaristaniya wan a kevnar talan bikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku di 9`ê Cotmeha bihurî de kantona Girê Spî dagir kirin, hîna cihên dîrokî yên kantonê yên mîna Til Dehlîz, Til Sehlan, Sebî Ebyed û bajarê Faw talan dikin.
Talankirin felaketa çandî ye
Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, kolanên veşartî li hinek cihan pêk tên û dewleta Tirk û çeteyên wê, vê yekê hêsan dikin. Heke talankirina cihên dîrokî bidome, dê kerasetek rû bide.
Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî, Sebrî Nebo hişyar kir û got, ew dê bibin sedema keraseteke çandî û şaristanî.
Sebrî Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina kantonê ve, rê dide dizan da ku cihên dîrokî bidizin, ev yek rê li pêşiya rûdana kerasetekê vedike. Nebo got hêzên dagirker armanc dikin xezîneya çandî û şaristanî ya gelên herêmê talan bike.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêma Firatê 108 cihên dîrokî hene û 40 ji wan li herêmên dagirkirî yên kantona Girê Spî ne.
Nebo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina cihên dîrokî yên mîna UNESCO kir da ku cihên dîrokî yên li herêmê biparêzin, ji ber ku mîraseke çandî, şaristanî û mirovî ji hemû cîhanê re ye.
Sebrî Nebo wekî din bang li şêniyên herêmên dagirkirî jî kir da ku rê nedin dagirkeran û dizan ku mîrasa şaristanî û çandî ya herêmê bidizin.
ANHA/EYN ÎSA