• Di Roja Dayikan de dayikên kezeba wan şewitî axivîn û anîn ziman ku rojeke bi vî rengî ji bo dayikên Kurd nîne û gotin, heta edalet pêk neyê û dayik negihîjin hezkiriyên xwe roja dayikan ji bo wan nîne.

Di vê sedsalê de û di dîroka mirovatiyê ya pênc hezar salên dawî de jin-dayikan herî zêde êş û azar kişandin. Doh roja dayikan bû. Lê ji ber êş û azarên zêde yên dayikan, ev roj weke rojeke jibîrkirî dest nîşan kirin. Em li çîroka van çend van dayikên kezebşewitî û li wan bi xwe guhdarî bikin.

Sûltan Deyîş a 55 salî ku hevjînê wê û keça wê girtî ne, 29 sal in girtîgeh bi girtîgeh digere diyar dike ku Roja Dayikan ji bîr kiriye û dibêje: "Roja ku şer bi dawî bibe û em bigihên zarokên xwe, dê wê rojê bibe Roja Dayikan." 
Deyîş, di sala 1966'an de li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê. Di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û niha dayika 7 zarokan e. Di salên 90'î de hizbûllahê 3 caran mala wan guleberan kiriye û eskeran jî gelek caran avêtiye ser mala wan. Malbata wê ji ber van zext û zoriyan ji neçarî di sala 1993'yan de koçî navenda Amedê kiriye.

Li Amedê jî zilma dewletê didome. Hevjînê wê tê girtin û 29 sal in di zindanê de ye. Ji bo debara zarokên xwe gelekî zor û zehmetiyan dibîne. Paşê du zarokên wê jî tên girtin. 

Li ser roja dayikan Deyîş dibêje; “Gava em bigihên zarokên xwe dê wê rojê Roja Dayikan bê. Heger aştî bê cîhanê, şer û mirin bi dawî bibin dê Roja Dayikan jî bê." 
 
Heta edalet pêk bê

Dayikeke din a kezebperitî Emîne Şenyaşar e ku di roja 63ʼan a çalakiya edaletê de ye. Emîneyê got, roja ku edalet pêk bê, dê wê roja Roja Dayikan pîroz bike.

Çalakiya “nobeta edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 63’an de dewam kir. Malbat ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe ji 30’ê Nîsanê ve, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. 

Emîneyê got: “Îro roja dayikane…lê du zarokên min di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Zarokekî wê yê din jî di encama zexta siyasî ya li ser darêzê de, hat girtin, 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Niha di hucreyek yek kesî tê girtin. Roja ku edalet pêk bê, dê wê roja Roja Dayikan pîroz bike. Roja hemû dayikên me pîroz be.”
 
Ji bo me ev roj nîne

Dayikên ku kêlikeke gorên zarokên wan jî tune ne û ne li benda gul an jî kulîlkekê ne gotin: "Heya aştî û demokrasî neyê, ji bo me rojeke bi navê Roja Dayikan tune ye." 

Leyla Acet ku cenazeyê kurê wê Nîhat Acet ji Goristana Xerzanê hatiye derxistin û li Goristana Kîlyosê di qutiyeke plastîk de li bin peyareyekê hatiye veşartin, yek ji wan dayikan e. 

Dayik Acet, anî ziman ku di meha Gulanê de xemgîniyek xwe lê digire û heya dawiya vê mehê ev êş didome. Acet got: "Min salên xwe dan û ez ê hîn jî bidim. Ez ê rahêlim hestiyên kurê xwe." 

Rasmiye Acar ku keça wê Tenzîle Acar di sala 2017'an de li Stenbolê hatiye girtin û di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de ye got: "Roja Dayikan a dayikên şehîdan, dayikên girtiyan û dayikên xwediyê êşê tuneye." 

Hanim Tosûn ku hevjînê wê Fehmî Tosûn di 19'ê Cotmeha 1995'an de li mala xwe ya Avcilar a Stenbolê hat binçavkirin û careke din xeber jê nehat girtin, anî ziman ku 26 sal in bi hêviya ku dê edalet pêk bê têdikoşin. Tosûn, destnîşan kir ku dayikên kurd sed sal in Roja Dayikan pîroz nakin, ji lew re gava hezkiriyên wan ne li cem wan bin tu wateyeke vê rojê tune ye. 

Dayika Aştiyê û Dayika Şemiyê Emîne Erbek jî diyar kir ku ji bo dayikên kurd tu hikmeke Roja Dayikan tune ye, ji lew re ji xeynî êşê tiştek nedîtine. Erbek ku bavê wê di sala 1996'an de bi cinayeteke kiryar nediyar hatiye kuştin got: "Zarokên me li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê, lewma ne cejn ji bo me cejn e, ne jî kenê me ji dil e êdî." 

NAVENDA NÛÇEYAN