• Damezrênerê Pink Floydê, Roger Waters got, jiyana Mawda jî bi qîmet e û ji Belçîkiyan xwest nehêlin rayedarên wan sûcdaran bêceza bihêlin.

Bestekarê navdar ê Ingilîz ji damezrênerên Pink Floydê, Roger Waters bang li Belçîkiyan kir da ku nehêlin rayedarên Belçîkî ser kuştina Mawda ya 2 salî ya ji Başûrê Kurdistanê negirin. Wî bi vê yekê helwêsta xwe ya beramberî siyasetên li dijî penaberan jî diyar kir. Lewma Mawda tevî malbata xwe bi penaberî xwe gihandibû Belçîkayê.
Minaqeşeyên li ser huner û civakê gelek in. Xasma jî li ser aliyê herî darîçav ê hêza civakî yanî siyasetê û elaqeya wê bi huner re û elaqeya huner bi wê re, di nava huner de û li derveyî wê gelekî tên minaqeşekirin. Em ji helwêsta Bob Dylan fêr bûn ku hunermend di hunerê xwe de di asta herî jor de be jî dikare xwedî helwêstên siyasî û civakî be. Dîsa heman mînakê nîşanî me da ku estetîka muzîkê û naveroka wê jî dikarin siyasî û civakî bin. Axir gava Bob Dylan xelata Nobela Wêjeyê red kir, çi kir çi nekir, ez ê li vir minaqeşeya wê nekim. Lê mînakeke din jî ez ê bidim. Ji damezrênerên Pink Floydê, Roger Waters nerazîbûneke hişk nîşanî siyaseta li dijî penaberan a Ewrûpayê, wî nexasim jî kuştina Mawda ya 2 salî a ji Başûrê Kurdistanê li Belçîkayê bi bîra Belçîkî û Ewrûpiyan xist. Wî xwest ser kuştina Mawda ya piçûk neyê girtin, sûcdar bên dadgehkirin.

Jiyana Mawda jî bi qîmet e

Di çarçoveya kampanyaya Edalet ji bo Mawda (Justice for Mawda) de ji damezrênerên Pink Floydê, Roger Waters helwêsta xwe eşkere kir û bang li Belçîkiyan kir da ku nehêlin ser dozê bê girtin. Roger Waters bi peyameke vîdeo helwêsta xwe diyar kir û bang li xelkê jî kir da ku li ber siyasetên li dijî penaberan rabin.
Roger Waters ê ji bestekarên efsanewî yên Ingilîz, ji neheqiya global a li dijî penaberan bêzariya xwe bi zelalî îfade dike. Di peyama xwe ya vîdeoyê de ku wî di ser hesabên medya civakî ya Justice for Mawda de weşand, ew ta bi derziyê ve dike û dibêje ka Mawda ya 2 salî çawa bi destê polêsê Belçîkî hatiye qetilkirin. Banga wî ya sereke li miletê Belçîkayê.
Ew bi bîr dixe ku şeva 16 Gulana 2018´an diqulibî 17´ê Gulanê, li ser otobahna (E42) nêzî bajarê Monsê polêsê Belçîkî Mawda 2 salî ya ji Başûrê Kurdistanê di mînîbuseke penaber tê de kuştiye. Ew dibêje, Mawda bi malbata xwe re ji ber şideta li Iraqê direviya û pena xwe dibir welatekî ewle.
Roger Waters ji Belçîkiyan xwest da ku nehêlin rayedar ser bûyerê bigirin û nehêlin sûcdar bên cezakirin.

Rûniştinên dozê 23 û 24'ê Mijdarê ne
Di peyama xwe de ew dibêje, “23 û 24´ê Mijdara îsal wê li Belçîkayê rûniştinên dozê çêbin. Ji kerema xwe biçin wir. Ez nizanim geleo li holeke dadgehê ye, yan îfade tên girtin, lê biçin wir û bikin dengênî.
Nehêlin ku ew ser kuştina vê zarokê bigirin. We got erê! Ne sûcê wê bû ku ew li welatekî şer lê hat dinê. Dilê min diêşe di ber wê de û di ber malbata wê de. Nehêlin ku ser kuştina Mawdayê bigirin, tenê ji ber ku penaber e. Ev ne edalet e, her jiyan bi qîmet e. Edalet ji Mawda re.”
Roger Waters dibêîje, ew nizane li ku ye rûniştinên dozê, lê em dizanin; rûniştinên dozê yên ku ew behsa wan dike wê li Dadgeha Temyîzê ya 6´an a Hainautê pêk bê.

NAVENDA NÛÇEYAN