Li navçeya Pêncwênê niha dema çinîna zebeşan e. Cotyaran diyar kir ku bazara zebeşan gelekî baş e û wan got, eger zebeşan hewirdeyî Herêma Kurdistanê nekin li Pêncwên dikarin têra Kurdistanê û piraniya Iraqê zebeşan bêxin bazarê. Cotyaran destnîşan kir ku hîna bi qaçaxî zebeş tên hawirde kirin.
Ji ber ku herêma navçeya Pênçwên a Silêmaniyê herêmek zozanî û hînik e, cotyar derengtir berhemên xwe diçînin. Di Hezîranê de dest bi çandina zebeşan dikin û Tebaxê zebeşên xwe diçinin.
Ji cotyaran Serwet Hemereşîd got, "Mala Xwedê ava, îsal bazara zebeşan gelekî baş e. Yek kîlo zebeş di navbera 350 û 450 dînaran de ye. Zebeşên li vir piranî ji bo jêr û naverasta Iraqê diçin. Beşek hindik li herêma Kurdistanê tê firotin. Zebeşên îsal xweşik in. Lê, kêm e. Ji devera par 15 ton zebeş me hildayî, îsal 8 tonan em hildidin.”

SILÊMANÎ