- Komîna Avrîn a Sînemayê amadekariyên Mihrîcana Filman a Navneteweyî Lêlûnê temam dike. Heta niha 2 hezar û 73 filman miracaet kiriye. Ji van 58 wê bên neqandin û ji 21´ê Îlonê û pê ve bên nîşandan.
FÎDAN ABDULLAH
JINNEWS/ŞEHBA
Endama Komîna Avrîn a Sînema û Endama Komîteya Temaşekirinê ya Mihrîcana Lêlûn, Zîlan Silêman behsa amadekarî û armanca lidarxistina mihrîcanê kir û got: "Tevî penaberiyê jî em mihrîcaneke navneteweyî li dar dixin, ev ji bo me gaveke gelekî girîng e. Bi vê mihrîcanê, em ê berxwedana Efrînê careke din ji cihanê re ragihînin."
Bi pêşengtiya Komîna Avrîn a Sînemayê wê cara yekê Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Lêlûn bê lidarxistin. Ji balê bikişîne ser aştiyê, mihrîcan wê roja aştiyê ya cihanê yanî 21'ê Îlonê li Kantona Şehbayê bê lidarxistin. Ji 150 dewletên dinyayê, bêhtirî 2 hezar filman miracaet kiriye da ku di mihrîcanê de bên nîşandan û ji van 58 wê bên neqandin. Navê mihrîcanê ji Çiyayê Lêlûn ê li efrînê tê. Derbarê amadekariyên mihrîcanê de Endama Komîteya Komîna Sînemayê û Endama Komîteya Temaşekirinê ya Mihrîcanê, Zîlan Silêman peyivî.
Zîlan dibêje, ev demeke dirêj e ku amadekariya Mihrîcana Lêlûn a yekê dikin: "Ev mihrîcan cara yekê ye û di asta navneteweyî de tê lidarxisitn. Ev ji bo me gaveke gelekî girîng e. Ji ber ku em vê mihrîcanê li gel rewşa koçberiyê li dar dixin. Me rûpelek bi navê 'Lêlûn' di nav rûpelên festîvalên filman ên navneteweyî de li ser medyaya civakî amade kir, ji bo ku em karibin bi derhêneran re têkiliyên xwe xurt bikin û filman ji wan wergirin. Ji bo Mihrîcanê gelek komîte hatin avakirin. Di komîteya biryardayînê biyanî jî di navê de 7 kes hene, ji bo ku filimek ji van filman bê hilbijartin û di mihrîcanê de bê xelatkirin."
2 hezar û 73 miracaet
Zîlan ji bo armanca festîvalê û nîşandana filman jî wiha rave dike: "Ji qederê 150 dewletan film tevli mihrîcanê dibin û heta niha du hezar û 73 film ji van dewletan gihîştine ber destê me. Ji van filma 58 film wê bên hilbijartin. Mijara van 58 filman jî berxwedana şêniyên Efrînê li hember hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê ye. Ji ber ku ew 58 rojên têkoşînê yên Efrînê nayên jibîrkirin û rojên bijarte ên dîroka Efrînê ne, em ê 58 filman bineqînin. Li kêleka van filman, çalakî û filmên sînemayê yên cuda li ser berxwedana şêniyên Efrînê jî hene. Em ê mihrîcanê di 21'ê Îlonê de bidin destpêkirin ji ber ku 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî ye û em dixwazin di vê rojê de bala cîhanê bibin ser berxwedan û îradeya Efrîniyan ku niha gelek ji wan li Şahbayê hatine bicihkirin. Mihrîcan wê nêzî hefteyekê dewam bike."
Da ku em ragihînin dinyayê
Zîlan herî dawî behsa rola jinan di Mihrîcana Lêlûn de û hêviyên xwe dike: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin bû xwedî îrade. Jin rol û cihê xwe di komîteya, neqandina filman û filmên li ser doza jinan de digirin. Hêviya me ya herî mezin jî ew e ku em tişta hat serê şêniyên Efrîn ragihînin cihanê."