Çîrokên nûjen ên jinên Îranî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Îlon 2021 - 02:06

Weşanxaneya Sîtavê bi navê “Jiyan û Jin” kitêbek nû çap kir. Kitêb bi sernavê “Çîrokên nûjen ên jinên Îranî” ji hêla Razîye Tuccar ve bi zimanê Farisî hatiye berhevkirin. Çetîn Taş jî kitêb wergerandiye Kurmanciyê.

Sîtav wiha behsa kitêbê dike;

“Ev berhem ji 36 çîrokên bijarte yên jinên Îranî yên nûjen pêk tê. Di berhemê de hem kurtejiyana çîrokbêjan hem çîrokek wan ya bijarte cih digire. Berhem bi zimanekî sade û herikbar hatiye wergerandin. Ji bo nasîna çîrokbêjên jin yên Îranî yên nûjen ev berhem yek ji berhemên herî baş e.”

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.