‘Çîrok’a Şewêş…

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Hezîran 2026 - 17:30

  • Paşê destê kurê xwe girt, hêdî hêdî hatin gundî. Şivanî pêz kir hewşê, paşî li gel kurê xwe rabû çûn. Li mala wan lihêf, balgî tiştekî wisan tunebû, tenê mitêlekî hebû. Bav û kur ketin paxila hev, bav milê xwe da bin serê Şewêşî jê re kir balgî. Şewêş jî serê xwe danî ser sînga bavê xwe, milê xwe jî avêt ustuyê bavê xwe.

 

Şewêş kurê şivanekî ye. Ew bi xwe deh salî ye. Zarok e, lêbelê pir çavvekirî ye. Şewêş diya xwe nedîye. Bavê wî jî reben û belengaz e. Qet tiştekî wan tune. Tenê meteke Şewêş hebû, ew jî pîrek bû. Şewêş carna bi alî wê de diçe, dilê meta xwe hinekî digire. Şewêş nola Sako li gundî teşqeletî nedikir. Bo kesê dî tiştek nedigot. Tim xwe bi xwe bû. Gel hevalên xwe baş diçû, ji wan re gotinên dilmayî nedigot. Heta êvarê di nav gund de bê deng digeriya, dilîst, roja xwe derbaz dikir.

Ev çikûna Şewêş pir bi xweşîya gundiyan diçû. Hemû Şewêşî hez dikirin. Rîsipîyên gund herro ew dibirin mala xwe, xwarina wî didanê. Li wî xweyîtî dikirin. Her kes da ev zarok qenc e, jîr e, digot. Şewêş herro êvarî, diçû ser riya bavê xwe, li hîvîya wî dima. Wekî bavê wî dihat, dibeziya pêşîyê, xwe diavêt ser kulukê bavê xwe. Destê wî digirt, maç dikir. Bavê wî jî her du çavên kurê xwe maç dikir, dil hînik dibû. Rojekê Şewêş dîsa diçe ser rê, li hîvîya bavê xwe bû. Gavek buhurî, roj çû ava, tarî ket hemû alî, bavê wî hêj nehatibû.

Şewêş nava wê tarîyê da tenê ma. Dilê wî lez dike, carna guhdarî dikir, ji tu derê da deng nedihat. Şewêş li ciyekî rûnişt, bona bavê xwe girîya, paşê bi xwe ve çûbû. Bavê Şewêş hêdî hêdî ji alî newalê da dihat, dengê pezan deştê girtibû.
Şewêşî deng bihîst, rabû gazî bavê xwe kir:
-Bavo! Bavo!
Bavê wî jî:
– O Şewêş, lawo tu yî li wê derê yî?
Şewêş:
-Herê bavo ez im.
Bav:
-Were bal min mergê m’ gorî.
Şewêş bezîya bal bavê xwe, çû destê wî girt maç kir, paşê got:
-Bavo tu îro bo çi wisan dereng mayî ? Bona çi zû nehatî ?
Bavê got:
-Ez gorî, kurê min pezan (pez) têr nexwaribû û ez jî piçek westî bûm lema derengî mam.
Şewêş go:
-Bavo, ez gorî, tu êdî wisan derengî nemîne. Tu zanî ku li malê kes tune. Ez li bal kê bimînim? Girî…
-Bavê girîna kurê xwe dî, birîndarîya dilê wî nû bû. Av ji çavê wî jî vala bû.
Şivanê kal bi xwe ve hat, serê Şewêş girt nav destê xwe, çavê wî paqij kir, ramûsa paşê got:
-Kurê min Xwedê mezin e, mirazê me jî dide…

Paşê destê kurê xwe girt, hêdî hêdî hatin gundî. Şivanî pêz kir hewşê, paşî li gel kurê xwe rabû çûn. Li mala wan lihêf, balgî tiştekî wisan tunebû, tenê mitêlekî hebû. Bav û kur ketin paxila hev, bav milê xwe da bin serê Şewêşî jê re kir balgî. Şewêş jî serê xwe danî ser sînga bavê xwe, milê xwe jî avêt ustuyê bavê xwe. Histêrê subê derketibû. Nêzîkî subê bû, dîka bang dida. Ba bi nermî û hêdî hêdî li serê daran dixist. Pelan bi hejîna xwe re dengekî xweş derdixistin.

Ji hemû alîyan da deng dihat. Hemû gundî rabûbûn, lê belê kur û bav hêj razabûn. Gavek çû, şivan şîyar bû. Gava pez rakirinê bû, ro buhurîbû. Belê şivanê kal nexweş bû. Di nav ciyê xwe de dinalîya. Carna li ruyê kurê xwe mêze dikir.

Di wê gavê da rîsipîyê gundî derîyê şivan lêda, paşî gazî kir:
-Şivano, şivano!
Şivan ji hundur da go:
-Ho lebê!
Şivan çiqas dixwest ku rabit derî vekit, belê nexweşîya wî nedihîşt. Dengê derî Şewêşî hişyar kiribû.
Rabû derî vekir. Rîsipî hat hundur, ji şivanî ra got:
-Şivano, tu îro bo çi wisan dereng mayî? Nîvro bûye, pez hê jî di nava hewşê da maye, birçî û bê xwê
ye. Gundî galegala dikin.

Şivan jî got:
-Rîsipî ez çi bêjim, tu min dibînî. Ez îro pir nexweş im. Nexweşîya min giran e, lema dema pez rakirinê ez nehatim. Tu îro li ciyê min mirovekî bişîne, ka Xwedê çawa çê dike, çi derî ruwê min vedike. Şivan vê gotinê got, paşê nav ciyê xwe da ket, nalîna wî rabû. Şewêş nalîna bavê xwe dî, dil tarî bû, bi ser babê xwe da ket û girîya. Dengê girîna law dilê rîsipî şewitand. Li wî mêze kir, bi xwe nekarîbû, xwe negirt û kemîde(?), ava çavê wî jî vala bû.

Paşê bi xwe bi xwe hat û ji şivan re got:
-Şivano, dilê xwe teng meke. Xwedê mezin e. Nexweşîya te ne giran e. Du sê rojan de derbas dibe. Ezê
herim yekî bişînim ber pez, tu îro ji xwe ra rakeve, ta ku tu zinde be. Zikê we jî nuha birçî ye. Şewêş
bila li gel min bê, ka em binêrin li malê çi pahtine, bila li gel xwe hin tişt bînit da ku hun bixwin. Ezê jî
êvarî bêm.

Bavê wî Şewêşî şand, li gel rîsipî çûn. Şewêşî bi rê da nexwesîya bavê xwe ji rîsipî pirsî. Rîsipî jî destê xwe avêt ustuyê Şewêşî û got:
-Kurê min, kovan meke, dil vekirî be. Tiştekî bavê te tune, du sê rojan de ew ê rabe ser xwe.

Ev gotina rîsipî dilê Şewêşî piçekî hînik kir. Piştî gavekê hatin mala rîsipî. Çûn hundur, rûniştin. Rîsipî gazî xulamê xwe kir û jê ra got:
-Rizqo, kurê min, şivan nexweş e, îro tu here ber pez, pez di hewşê da qir bû.

Rizqo jî bi gotina mezinê xwe kir. Darek girt destê xwe û çû…

Rîsipî li gel Şewêşî zikê xwe têr kirin. Paşê emanekê tijî kir xwarin û da destê Şewêşî û got:
-Kurê min dil teng mebe, evê xwarinê jî hêdî hêdî bibe bo bavê xwe, nuha li hêvîya te ye. Bal bavê xwe rûne, bi gotina wî bike, çi dixwaze çêke, dilê wî meşkîne. Ez jî paşî têm.

 

Ev çîrok di kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913) de hatiye çapkirin ku bi herfên erebî ya alfabeya osmanî hatiye nivîsîn. Paşê jî wergera wê ya bi tîpên latînî pêk hatiye. Her çendî di hejmara 2. a kovara Rojî Kurd de dinivîse “dawî heye”, lê mixabin dawîya çîrokê ne di hejmara 3. û ne jî di hejmara 4. a kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatîye nivîsîn. Ev nivîsa Fûad Temo li hin cihan bi sernava “çîrok” tê dîtin û li hin cihan jî piştî ku bi tîpên latînî hatiye wergerandin bi navê “Şewêş” derbas dibe. Ji ber di gelek lêkolînan de ev çîrok weke çîrokeke ne tamam tê qebûlkirin hin kes çîroka “Le Xewima” ya Cemîl Saîb jî weke yekem çîroka modern qebûl dikin. Çîroka Cemîl saîb jî di sala 1925’an de hatiye çapkirin. 

Fûad Temo kî ye?

Nivîsakarê çîrokê Fûad Temo an jî Fûadê Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîftirîn kesan e ku beşdarî kar û barên sîyasî û kulturî ya kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912’an de ligel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî’yê datînin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.