- Nivîskar Salih Serhedî ku jiyana Delala Dînik nivîsandiye, destnîşan kir ku Delal semboleke Komkujiya Geliyê Zîlan e û got:“Çîroka Delalê rastiya komkujiyê radixe li ber çavan û divê neyê ji bîr kirin.”
Artêşa Tirk di Tîrmeha sala 1930’an de ji ber ku tev li Serhildana Agiriyê bûne û alîkarî kirine, li Geliyê Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê nêzî 30 hezar Kurd qetilkirin. Di nav van kesên hatine qetilkirin de gelek zarok, jin, pîr û kal hebûn ku niha goreke wan jî nîne. Piştî komkujiyê Geliyê Zîlan heta sala 1952’an weke herêma qedexe hat ragihandin û 22 salan ketin û derketin hatin astengkirin. Di nava van 22 salan de kes nizane ka çi li wan cenazeyan hatin. Heta niha li ser Geliyê Zîlan gelek stran, dengbêjî, kilam hatine gotin û gelek pirtûkên lêkolînê, analîzê û roman hatine nivîsandin. Nivîskar Salih Serhedî ku ew jî ji Geliyê Zîlan e, jiyana Delalê ku piştî komkujiyê hişê xwe winda dike, nivîsand. Salih Serhedî, di pirtûka xwe de jiyana Delalê ku jê re dibêjin “Delala Dînik” bi hemû rastiyên wê ve dinivîse û çap dike. Salih Serhedî ku behsa pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe kir, got ku çîroka Delalê bandoreke mezin li ser wî kiriye. Salih Serhedî gava behsa Geliyê Zîlan kir, binê wê xêz kir ku Geliyê Zîlan ji bo herêmê cihekî gelekî taybet e. Lewma hem ji aliyê xweza û jiyana xwe, hem jî ji aliyê mirovahiyê ve Geliyê Zîlan bi nav û deng e. Lê Salih Serhedî dest nîşan kir ku sedema nivîsandina jiyana Delalê komkujî bû. Salih Serhedî, anî ziman ku çîroka Delalê rastiya Komkujiya Geliyê Zîlan raxistiye ber çavan.
Ji komkujiyê birîndar xelas dibe
Salih Serhedî, destnîşan kir ku dapîr û bapîrên wan hertim behsa çîroka Delalê dikirin, lê ciwanên niha zêde vê çîrokê nizanin. Salih Serhedî, da zanîn ku wî jî ji bo herkes çîroka Delalê bizane nivîsandiye û wiha got:“Delal, di dema komkujiyê de jineke ciwan û dezgirtî bû û di komkujiyê de hemû malbat û dezgirtiyê xwe winda dike. Delal, 4 rojan di bin cenazeyên malbat û gundiyên xwe de dimîne û bi birîndarî ji komkujiyê xelas dibe. Ji xwe trajediya Delalê li vir dest pê dike, li ber çavên wê hemû malbat û xizmên wê tên qetilkirin. Piştî 4 rojan gava hişyar dibe û tê ser xwe, cenazeyên malbat û xizmên xwe dibîne û hişê xwe winda dike. Delal beriya komkujiyê ne jineke dîn e. Dû re weke her kurdê ku ji Komkujiya Geliyê Zîlan xelas dibe, bi çol û çiyayan dikeve û diçe li zozanan, gundên ku hatine valakirin dimîne.
Mirina wê biêştir e
Delal, piştî demeke dirêj ber bi Erdîşê ve tê û li vir kesekî jê re digotin Helîm Xoce ku wê demê di mizgeftekê de melatiyê dike, çîroka Delalê hîn dibe û xwedî li Delalê derdikeve. Helîm Xoce Delalê dibe mala xwe, lê Delal li mal nasekine û li kolanan dimîne. Delal, dest bi parsekiyê dike, li kuçeyan an jî li mizgeftan radizê û tî û birçî dimîne. Ji bilî Helîm Xoce kes li Delalê xwedî dernakeve. Çend malbat xwarinê didin Delalê, lê ji bilî vê tiştekî din nakin. Sal tam nayê zanîn lê derdora salên 1980’an çend ciwanên xwenenas Delalê dixapînin û dibin ber qeraxa Gola Wanê ya Erdîşê û destdirêjiyê lê dikin. Piştî destdirêjiyê bi çekên pêlîstok ku wî çaxî bi barûtê dixebitîn, çavên Delalê kor dikin û dû re bi kevirekê serê Delalê diperçiqînin. Delala Dînik, li vir jiyana xwe ji dest dide.”
Divê ev çîrok neyê jibîr kirin
Salih Serhedî, bal kişand ser hişmendiya wê çaxê û ya niha û da zanîn ku desthilata niha bi hişmendiya mêr tê birêvebirin, lê li dijî vê hişmendiyê tekoşînek jî heye û got:“Wê demê Delal bi awayekî hovane hat qetilkirin, lê îro jî bi destê mêran jin tên qetilkirin. Heta niha tiştek neguheriye, lê hişmendiya jinê pêşketiye û jin êdî xwe nas dikin. Hişmendiya ku teslimiyeta jinê ya ji bo mêr qebûl nake heye û ev yek jî ji bo me serfiraziyek e.” Salih Serhedî, destnîşan kir ku Delal weke semboleke Komkujiya Geliyê Zîlan e û bi salan e navê wê nehatiye jibîrkirin. Hê jî kesên temenê wan mezin behsa Delalê dikin û hin kes dibêjin “Delaloya Dînik” hin kes jî dibêjin “Delala Dînik”. Salih Serhedî, bi bîr xist ku li gor gotinan dema balafirek bi ser Erdîşê re derbas dibû, Delalê xwe vedişart û got:“Her wiha gava dengê çekê jî dihat Delal pir ditirsiya û xwe vedişart. Bandora komkujiya Zîlanê hêj jî li ser bû. Lewma weke sembolekê nêzî sed sal in di nava vê civakê de cihê xwe girtiye. Armanca min ya yekem jî ew bû ku Delalê nedim jibîrkirin. Dinya ji rewşa Delala Dînik re giriya, ezman giriya, Xweda fedî kir ji mezinahiya xwe. Erd qelişî mirovahî di tê de çû xwarê. Kevir giriyan, çem mirçiqîn, dayik giriyan, hest giriyan, gerdûn giriya û Delala Dînik giriya…”
AW/WAN