
- Silêman Pêxember rojekê ne rehet dikeve. Lê belê ev nerehetî jî belav dibe. Tenê li cihekî namîne. Di nav perî û teyîr-tûyan belav dibe. Ew jî li cihê xwe nasekinin. Hemû çin, perî û teyîr-tûy bi lez û bez xwe amade dikin. Piştre bi lez berê xwe didin dîwana Silêman Pêxember.
Dikevin nava pêşbirkekê. Ka gelo kî berê xwe digihîne Silêman Pêxember. Di vê çîrokê de elbet tiştekî mirov matmayî dihêle heye. Ev jî çûçikek e. Çûcikek bi lez û bez berîya çin, perî û teyîr-tûyan xwe digihîne dîwana Silêman Pêxember. Bila kes şaş nemîne. Jêhatîbûn di rih û dil de veşartiye. Ev çûçika di derî re xwe diavêje hundirê dîwana Silêman Pêxember. Çûçik çi bibîne baş e ? Dibîne Silêman Pêxember bê hal e. Rewşa wî xirab e. Silêman pêxember di nav nivînan da xwe pêçaye û dicirife. Diranê wî dike qirçînî. Çûçik jî dema Silêman Pêxember di wê rewşê de dibîne xemgîn dibe. Hêsir dixe qirikê. Kelogirî dibe. Dawiyê ew hêsiran wekî hilorîkan dibarîne. Çûçik piştre dest pê dike bi nikulê xwe ve pûrta xwe dirûçikîne davêje ser Silêman Pêxember. Çûçik bi hestiyarî dixwaze bi pûrta xwe Silêman Pêxember germ bike. Xwe feda dike. Vê carê ew rût û tazî dimîne.
Piştî demekê çin-perî û teyîr-dûyan bi hevdu ra dikevin hindurê dîwana Silêman Pêxember. Ew jî xwe bi Silêman Pêxember didin naskirin. Yek dibêje ez zoro me, yê din dibêje ez zîvo me. Piştî qasekê Silêman Pêxember xwêdan dide, ew radibe radibe di nav nîvînên xwe de rûdinê.
Lê ev rûçikandin çawa bi encam dibe ya giring ew e ? Ew çûcika tazî û rût mabû lê kesekî li rûyê wê nenihêrtibû. Ewqas fedakarî kiribû lê yên li hemberî çûcikê jî wiha bê deng mabûn. Çûcikê hew deyax kiribû û ji dîwan Silêman Pêxember derketibû.
Ew çûcika jî ji wê rojê de ye tenê bi şev derdikeve derve. Kurdan navê vê çûcikê kirine Baçimêlk. Li ser Baçimêlk gelek çîrok hatine gotin. Lê bi navên cuda jî tê pênasekirin. Şevşevok, şevrevînk, baçermok, çil, balçimk, barçêmk û hwd...
NAVENDA NÛÇEYAN







