Çima dilê we heye hûn bibin Dehak!

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:09

  • Piştî du salên betaliya Koronayê, vê Newrozê min karî dîsa bi zarokan re performansa Newrozê bikim.

Piştî du salên betaliya Koronayê, vê Newrozê min karî dîsa bi zarokan re performansa Newrozê bikim. Îsal li sinifekî dersa Kurdî ya li dibistanekê û li du şahiyên dêûbavên zarokên xwe dişînin dersên Kurdî bi performansa Newrozê, min Newroz çend carî pîroz kir.

Axir hinekî me Dehak nerm kir, hinekî necis nerm kir. Kawa bêhtir bû mirovekî çê û me bi zarokan re zora Dehak bir. Mala xwedê ava me zora Dehak bir, yan na, me nekarî roja nû bidin destpêkirin. 

Lê weke xuya dike hêsan nebû. Beriya koronayê, li dibistanan û li hêlîn û baxçeyên zarokan gava min dipirsî kî dixwaze bibe Dehak, zarokan hemûyan dixwest bibin Dehak. Min dipirsî ka kî dixwaze bibe necis, hemûyan digot, "ez, ez". Axir vê pêla şewba koronayê çi ji xelkê kir nizanim. Di van performansên îsal de, bi zor û zehmetî, bi heft beleyan me Dehakekî xwe peyda kir û "necis" jî her ez bûm!

Ez carekê bûm Dehak jî, ji mecbûrî.

Gelo koronayê xelk qenc kiriye, an xelk tirsandiye û hiştiye newêribin bi rolên xiraban rabin. Bi wê nizanim, lê dizanim ku ev ji bo performansên sala bê wê serê min dîsa biêşîne. 

Ha, min wekî din di du sinifên hînkirina Kurdî ya mezinan de jî behsa Newrozê kir. Heta ji min hat di 15 deqîqeyan min behsa wê kir û bersiva xwendekarên dersan da. Elaqeya wan kêfa min anî. Bi pirranî Elman bûn û kêfa wan hat ku Newroza Kurdî jî nas bikin. Hinan ji wan a Farisan nas dikir. Min nexasim jî beşeke baş ji jinûvemanedarkirina Newrozê ji salên 1980’yî ve kir, da ku ji hev derxin ka Kurd çima weke roja beyana îradeya xwe ya neteweyî Newrozê pîroz dikin.

Axir ez vê Newrozê hem bûm Dehak hem jî bûm necis. Lê hê hefteya Newrozê neqediyayî, nûçeya êrişeke muhtemel a PDK’ê tevî artêşa Tirk li dijî gerîlayên Kurdistanê belav bû. Li gorî agahiyan, û bi qasî ku ji banga KCK’ê ya li PDK’ê diyar dibe, ji bo vê êrişê komployek jî hatiye amadekirin. Di encama komployê de wê 3 rayedarên eskerî yên PDK’ê bên kuştin da ku hinceta êrişa wê hebe.

Yanî ez ji mecbûrî bûbûm Dehak û necis. Lê aktora sereke ya siyaseta Başûr, yanî PDK li gorî van agahiyan wî bi dilê xwe bûye Dehak -tenê êşkenceya ku li girtiyên Şêladizê dike jî wê dike Dehak- û bûye necis jî bi vê komplogeriyê. Bi ser halan de jî wê êrişî gerîlayên Kurdistanê bike. Hem jî 15’ê Nîsanê, beriya Çarşema Sor a Êzîdiyan bi 5 rojan. Niha wezîfe ye li ser me hemûyan ku em vê asteng bikin. Em behsa wê bikin, di nava civaka Kurdî de em hewleke bi vî rengî mehkûm û rûreş bikin.

Bila kesên nivîsê dixwînin dilê xwe negirin, lê heger aktora siyasî ya sereke ya Başûr yanî PDK bi vî aqilî li dijî Kurdan wê şerekî bike, bila bi qurbana wan zarokan be ku nexwestin bi rol jî be, bibin Dehak û necis. 

Sibhanela, çima ewqasî dilê we heye hûn bibin Dehak û necisên bi rastî?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.