Harman Aulakh ji aktrîstên nisbî nû yên Kanadayî ye. Di kurtefilma Kurdish Tattoo ya derhêner Gabar Choli (Gabar Çolî) yê 2017´an de jî rola sereke ya wê bû di 15 deqîqeyên filma bi diyalogan de. Film behsa deqeke li ser rûyê penaberekî Kurd e. Ew yek ji wan kesan e ku di îndustriya filman de ji ber aksana xwe ya Ingilîzî cihêkarî di sektorê de lê tê kirin. Ew beriya bi 3 salan ji Hindistanê berê xwe dide Kanadayê da ku bibe aktrîst. Beriya wê ew di sektora xizmeta civakî de dixebitî.
Ew dibêje, “Ez her tişta xwe bi xwe re tînim. Şiklê xwe. Aksana xwe. Jiyana min çi be û ez ji ku bêm jî. Yanî divê mirov rahêje hemûyî.” 
Harman dibêje, wê bi xwe hê ji Hindistanê ew fikra dibêje, mirovên bi Ingilîzî dipeyivin çêtir in, bi xwe re aniye: "Mirov bi xwe jî êdî bawer dike ku mirovên bi Ingilîzî dipeyivin û welatên zimanê wan Ingilîzî ye bi rengekî ji rengan çêtir in. Yanî mirov hê ji berê ve xwe kêmtir dibîne û ev jî di lîstikê de we li paş dihêle. Û ev tesîrê li performansa mirov bi xwe jî dike. Û şensê ku mirov rolekê bi dest bixe her kêm dibe."
Li gorî Harmanê aktor û mirovên aksana wan gelekî qelew jî divê şensê wan hebe: Em bibêjin aksana min ji vê jî qelewtir e. Muhtemelen divê tu hinekî din dîqet bikî, û tê ji min fêm bikî. Di jiyana rojane de ev li her derî û timî diqewime. Ma çima di sînemayê de nebe?”

VANCOUVER