Çî Seyid Riza dizîn?

Nûçeyên Dosye

Sêşem 23 Hezîran 2020 - 13:00

İSMET KAYHAN / HÜSEYİN ÇATAL

Beriya her tiştî Seyîd Riza ji Kurdistanê dizîn, ji Dêrsimê dizîn. Cenazeyê wî jî winda kirin. Bê mezel, bêmekan, bê serûşûn kirin. Piştre ji bo ku Seyid Riza weke kesekî nezan, bêkêr nîşan bidin tevahiya sîstema dewletê û çapemeniya xwe bi kar anîn. Lê di wan rojnameyan de agahî û şopên dikin ku em bi aliyên cihê yên Seyid Riza bihisin hene. Tiştên jê dizîn hem madî û hem manewî. Ji serokên berxwedana Dêrsimê Seyid Riza serfiraz meşiya sêdarê û bi xwe kursiya xwe da erdê. Li hem berî vê berxwedanê, dewleta Tirk hewl da Seyid Riza piçûk bixe. Derewan dikin û hewl didin Seyid Riza weke axayekî nezan û feodal nîşan bidin. Lê gava em berê xwe îro didin çapemeniya nivîskî ya hingê em dikarin xwe bigihînin agahiyên li ser jiyana Seyid Riza.

83 salan derewîn û hîlekar
Çapemeniya hingê li ser tiştên li mal, kon û li ser Seyid Riza hatine girtin gelek nûçe çêkirin. Ji gahiyan bêhtir zimanê heqaretê di wan de derdikeve pêş. Sermeseleyê rojnameya Ulus 7’ê Mijdara 1937’an bi sernûçeya “Bir hokkabazlığın hikayesi (Çiroka hoqebaziyekê)” di rastiyê de tenê hoqebaziya xwe teşhîr dike: “Di konê sergerde Seyid Riza de ma çi wê hebe? Quranek, hedîs, ayet, enâmi şerîf, muhammediye, siyerînebî, morîkên şîn, sewîlekî rengên ên tê de avaheyatê heyî…”

Ka nezanî bixwîne
Çapemeniya Tirk îdîa kiribû ku Seyîd Riza ne xwende ye, lê ev nûçe vê li derewê diqelibînin. Di nûçeyeke heman rojnameyê ya 13’ê Îlona 1937’an de li ser tiştên piştî bombekirina mala Seyid Riza ya li Axdatê hatin dizîn, wiha dinivîse: “Di konê vî hoqebazê dîn Seyid Riza de kitêbên bi Ermenîkî, ferhenga Elmanî, xaçên regorengo…, ji bo dermankirina diranan kilbetanek hatin dîtin.”
Yanî îdeolojiya fermî bi nezanîn û cehaletê behsa Dêrsim û Seyid Riza dike, lê ev nûçe dikarin wiha bêne şirovekirin: Gelek kitêb hebûn di kitêbxaneya Seyid Riza de, di nava wan de yên ku wî hina dixwendin jî hebûne. Kitêbên helbestan jî hebûn; heta nûçe ne derew be, mirov dikare bibêje, Seyid Riza hewl dida fêrî Elmanî jî bibe.

Seyid Riza li Elezîzê
Ji rojnameyên Tirk ên hingê Kurun, 21’ê hezîrana 1937’an, hewl dide heqaretê li Dêrsim û seyid Riza bike, lê belê bivênevê, dibêje, Seyid Riza xwende ye, jêhatî ye, xwedî bandora di nava civakê de, di Şerê Cihanê yê 1’ê de li dijî Rûsan şer kiriye. Çûna wî ya Elezîzê, gera wî ya nava bajêr û çûna wî ya sînemayê jî ji bo piçûkxistinê bên bi kar anîn jî, rastiyê nikarin veşêrin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.