Şaristaniya Mayayan, yeke Mezoemerîkî bû û li Emerîkaya Navîn bi cih bû. Destpêka vê şaristaniyê heta bi hezarsala duyem a beriya mîladê diçe. Lê di sedsala 9'an piştî mîladê de, ev şaristanî lawaz bû û paşê ji holê rabû. Pêşî bajarên li başûr ên li deştê hatin terikandin. Sedema teqez a vê jiholêrabûnê neyê zanîn jî zanyaran bi rêya delîl û nîşanên arkeolojîk hin tez bi pêş xistine.
Em vê bibêjin, civakên şaristaniya Mayayan ne navendî bûn. Ew li herêmên cihê weke dewletên bajaran bi rêxistin bûbûn û gava ku serdema wan a klasîk di sedsala 9´an de bi dawî bû 40 bajarên wan ên bi vî rengî hebûn. Jixwe li gorî texmînan qederê 70 zimanên cihê yên 5 milyon kesên di nava vê şaristaniyê de jiyane hebûne.
Yek ji bajarên mezin Tîkal bû, li Guatemalaya îro. Ew beriya mîladê sedsala 8´an hatibû damezrandin. Piştî mîladê di sedsalên 6 ta 8´an de huner û mîmarî jî lê geş bûn. Lê di sedsala 10´an ev bajar bi carekê hat çolkirin, tevî bajarên weke Palenque, Kalakmul, û Kopan. Hemû jî li başûrê şaristaniyê li deştên jêr bûn.
Yek ji hîpotezan ew e ku guherîna avhewayê kiribe ku şaristaniya Mayayan têk biçe, ji holê rabe. Li gorî hin arkeologan delîlên hişkesaliyên li ser hev û xelayan hene û ev jî nîşanên guherîna avhewayêî ne li deverê. Bi ya wan sedema ji holêrabûna şaristaniya Mayayan bûye. Halê hazir ev teza herî xurt e ji bo ravekirina jiholêraûna Mayayan.
Lêkolînên li ser axê yên ji bo tesbîtkirina rêjeya baranê di navbera sala 800´î û 1000´î de nîşan dide ku di vê demê de rêjeya baranê ji sedî 50 kêm bûye.
Ev tez, zêdebûna şeran a di vê demê de ya di nava şaristaniya Mayayan de jî bi encamên guherîna avhewayê ve têkildar dibînin. sedema guherîna avhewaya deverê jî li gorî daneyan, birrîna daristanan a zêde bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN