Destpêka Tîrmeha bihurî, Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya dewleta Tirk a dagirker, cezayê hepsê yê li dijî muzîkjen Azad Bedran erê kir. Ji ber strana wî Partîzan û klîpa wê 3 sal û 9 meh cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Dewleta Tirk ew bi "propagandaya ji bo rêxistineke terorîst" gunehbar kir; çawa ku hunermendên din ên muxalif jî gunehbar dike yên weke endamên Grup Yorumê.
Azad Bedran ji bo helwêsta dewleta Tir dibêje, "Ne tenê ez, gelek hunermendên ku muzîka Kurdî dikin dikevin ber zextên dewletê, û dewlet wan dike hedef. Û hemû jî tên terorîzekirin, eynî weke min. Di nava ciwanên Kurd de ez têra xwe têm nasîn, û ez wisa dihizirim gava wan [zilamîn delwetê] ev dît, wan nexwest ciwanên Kurd bi muzîkî çand û zimanê xwe fêr bibin."

Li hunermendên muxalif tê xezebê

Azad Bedran ji Komeleya Mafên Hunermendan "Freemouse"yê re peyivî. Azad Bedran dibêje, he hunermendên Kurd hemû, lê hunermendên muxalif ên Kurd hemû bi zanîn û qest dibin hedefa dewleta Tirk.
Bedran dibêje, dewlet wekî din tevahiya destûrên konserê yên ku wî doza wan kiriye, nedaze û bi vê yekê jî wî ceza dike û wiha dipeyive: "Destûrê nadin me, û ji ber wê abora me xirab e. Bi Kurt û Kurmancî, çarenûsa hunermendekî muxalif, heps, sirgûn û giriyane."
Ji bo cezayê lê hatiye birrîn ew dibêje, "Ez muzîka Kurdî dikim. Ez stranên ji dilê xwe û guhdaran tînim cem hev. Ev cezayê li min birrîne, ya rastî li Kurdan birrîne."

FRANKFURT