Piştî ku li bajarê Nice yê Fransayê 3 kes bi rengekî hovane hatin kuştin, êvara Pêncşemê li bajarê Dijonê jî çeteyên Tirk daketin qadan û bi qîrîn dirûşma “Ellah-û Ekber" gotin.
Çeteyên Tirk ên alîgirê Erdogan êvara Pêncşemê saet di 20:30'î de li bajarê Dijonê daketin kolanan, li dijî Ermenan bi qîrîn dirûşm gotin, kirin qareqar û tekbîra “Ellah-û Ekber" gotin. Kesekî li bajêr nerazîbûn nîşanî wan da û got, "Eger hûn li Fransayê xwe aram nabînin wê demê vegerin Tirkiyeyê! Vegerin cem Erdogan." Komên çete û nijadperest hewl dan vî kesî lînç bikin û polîsan jî bi bombeyên gazê dest li wan werda.
Balkêş e ku ev çalakî hema piştî hovîtiya kesekî ya li bajarê Nice bi gotina “Ellah-û Ekber" li dêrekê sê kes bi hovane qetil kir, rû da.
Nijadperestên Tirk êvara Çarşemê jî li herêma Lyonê li banliyoya Decinesê ku weke 'Ermenistana Biçûk' tê binavkirin, êrişî Ermenan kiribûn. Zêdeyî 250 kesên ku ala Tirkan hilda bûn, li dijî Ermenan banga şîddetê kirin. Bi qîrîn gotin "Hûn li ku ne Ermen?", "Em ê Ermenan bikujin" û “Ellah-û Ekber".
Heman rojê serê sibehê jî nijadperestên Tirk li ser rêya A7 êriş biribûn ser meşa Ermenan.
Çeteyên Tirk li Dijonê teror kirin