- Komek çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûrî, vegeriyan Sûriyê û komeke din bi heman hejmarê çû Lîbyayê.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) komek çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûrî, vegeriyan Sûriyê û komeke din bi heman hejmarê çû Lîbyayê.
SOHR`ê bi bîr xist ku derdora 130 çeteyên dewleta Tirk doh ji Lîbyayê vegeriyane bakurê Sûriyê. Di heman demê de komeke din bi heman hejmarê çûye Lîbyayê.
SOHR`ê di 10 Tîrmehê de eşkere kiribû ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyan dikin ku çeteyan bişînin Lîbyayê. Li gorî SOHR`ê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan herêmî, qederê 150 çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûrî xwe amade dikin da ku biçin Tikiyê û piştre ew dê ber bi Lîbyayê ve bên şandin.
Li gorî çavkaniyan veguhestina çeteyan bi awayekî asayî 15 rojan carekê pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN