Du endamên çeteya DAIŞ´ê yên Holandî yên di hepsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li gorî rojnameya Telegraafê hêvî dikin ku li Holandayê vegerin. Rojname weke çavkanî îşaret bi belgefilmekî doh hat weşandin dike. Di belgefilmê de parêzerê van endamên çeteya DAIŞ´ê dibêjin, yan wezareta derve ya Holandayê wê ji bo dadgehkirinê muwekîlên wan bîne Holandayê, yan jî wê dozên li dijî wan betal bike.
Beriya niha 17 jinên endamên çeteya DAIŞ´ê yên Holandî bi wî rengî ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatibûn wergirtin û li Holandayê tên dadgehkirin. Hin ji van jinan Nîsana bihurî ketin hepsê. Bi van jinan re 28 zarok jî Holandayê vegerandine û li hineke ji wan jî dozên ceza hatine vekirin.
Endamê çeteyê Yasîn li bajarê Zoetermeer mezin bûye û tevî 15 welatiyên din ên Holandayê di hepsên Rêveberiya Xweser de ev çar sal in ragirtiye.
Di belgefilmê de ew jî xwe rebenî dike û dibêje, “Holanda dikare şensekî duyem bide min.”
Ev endamên çete li Holandayê weke tehlûke tên dîtin. Heger di dadgehê de bên cezakirin jî, ew ê ji 6 salan bêhtir di hepsê de neyên ragirtin. .
Li gorî daneyên rayedarên Holandî, 300 welatiyên Holandayê tevlî nava refên çeteya DAIŞ´ê bûne, 105 ji van hatine kuştin, 170 vegeriyane Holanda û 30 zarok li Sûrî û Iraqê ne. Yên mayî jî yan li Sûrî ne, yan jî reviyane Tirkiyeyê.
NAVENDA NÛÇEYAN