- Kulturgarten (Baxçeyê Çandê) a Neussê weke alternatîfeke çalakiyên çandî di serdema koronayê de hat sêwirandin. 31 çalakî di navbera 24´ê Tîrmehê û 15´ê Tebaxê de bi rê ve çûn.
Kulturgarten (Baxçeyê Çandê) a Neussê weke alternatîfeke çalakiyên çandî di serdema koronayê de hat sêwirandin. 31 çalakî di navbera 24´ê Tîrmehê û 15´ê Tebaxê de bi rê ve çûn. Bi firotina bilêtan a ku cih 70 ta 75 ji sedî tijî kir. Rêveberê dezgeha çandê ya şaredariya bajarê Elmanyayê Neussê Harald Müller dibêje, ew ji encamê gelekî razî ye. Rêvebera hilberîna bernayê Viktoria Klunk jî kêfxweş e: "Dika me ji bo her kesî amade bû, ne tenê ji bo profesyonelan."
Di nava vav "her kesî" de, Chor ohne Grenzen (Koroya bê sînor) tevî endamên xwe yên ji Kurdistan, Îran, Iraq, Sûrî, Efxanistan, Ukrayna û Elmanyayê hebû. Wan bi jêrenavê "Der Orient rockt! (Rojhilat dihejîne)" performansa xwe nîşan da, lê ji muzîka gelêrî ya Bayernê heta bi popa Balkanan, di muzîka wan de hebû. Wan zimanên Farsî, Kurdî, Erebî di muzîka xwe de bi kar anî.
Komeke din a ku Baxçeyê Çandê serketî kir, koma Afrotonique bû, komeke Efrîkî û Elman. Jixwe bernameya Baxçeyê çandê jî bi dans û muzîka vê komê bi dawî bû.
KOLN