Çêkirina navan karê xwedê ye

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:12

  • Di Quranê de Xwedê Teala di ayeta 31’ê ya sûreya Baqarayê de dibêje, “Wî (Xwedê bi xwe) nav hemû hînî Adem kirin. Piştre jî wî ev nîşanî melekan dan û got ‘Heke hûn rast in, navên van ji min re bibêjin.” 

Di Quranê de Xwedê Teala di ayeta 31’ê ya sûreya Baqarayê de dibêje, “Wî (Xwedê bi xwe) nav hemû hînî Adem kirin. Piştre jî wî ev nîşanî melekan dan û got ‘Heke hûn rast in, navên van ji min re bibêjin.” 

Na na ez ê behsa dînan û Quranê nekim, ev devera Quranê bi kêra fêmkirina mebesta min û çend gotinên min ên li ser çêkirina navan û guhertina navan tê. Ji ber wê ez bersiva melekan a di eyate 32´yê ya heman sûreyê de jî li vir binivîsim: “Wan got, subhan ji te re. Ji bilî tişta te hînî me kir, ti zanîna me nîne.” Di ayeta 33´yan de jî fermanê dide Adem da ku van navan bigihîne mirovan. Yanî diyar e nav muhim in.

Elaqeya navan û zanînê bi hev re heye. Zanîn jî tiştekî welê ye ku bi xwe ne sabît e, û dirûvê wê bi pêvajoyan diyar dibe. Esas zanîn qayîşokî ye, bi tecrûbe û peywendan vedizîle yan jî lê diçe. Tê sererastkirin, berferehkirin, bertengkirin… 

Lê gelek caran, nav dimîne û xwe li pêvajoyê tîne. Navê ku îro xwedî maneyekê ye doh xwedî maneyeke din bû. Bi serê xwe yekhejmarkirina maneyê li vir şaş e, lê ji bo hêsankirinê jî bila wisa be.

Navê deveran bi xwe di meseleya bîrê û pêvajoya avakirina bîrê de gelekî muhim in. Ji bo min, bi qasî kelama xwedê ya li jor muhim in. Gava ez Midyad, Nisêbîn, Kerboran, Hezex, Kercos dibêjim, ez behsa mekanên bîra xwe dikim. Ev nav beramberî Midyat, Nusaybin, Dargeçit, Idil û Gercuşê avakirina mekanê min ên Kurdî Kurdistanî ne. Jixwe, hê jî ez bi navê Tirkî yên gundan nizanim, ji bo min tenê navên bê mane ne. 

Lê gava mirov navên Tirkî red bike, maneya wê ne ew e ku mirov rabe navên ku encama pêvajoyekê ne û di nava xelkê de li dijî ferzkirina navên Tirkî xweparastine, ji nû ve bi ilmekî ne tekûz biguhere. Ev yek, rabûna bi rola Xwedê ye. Lewma li gorî gelek dînan xweda nav li tiştan kiriye, mirov hînî zimanan kirine. Em behsa warekî di yek destî de dikin.

Navê Kerboranê Tirkan bi maneya wê ya ji Kurdî wergerandiye Tirkî: Dargeçit. Yanî serê xwe ji navê di belgeyên Asûrî-Suryanî neêşandine: Kfer Boran. Wan ji “Ker” a bi maneya parçeyê zinarîn ê çiyê û “boran”ê, wergereke yekser kiriye. Heger em guh nedin navê ku ji ber reva ji xudkarê zalim Kefergevson, em dikarin bibêjin, heman “Ker” di navê Kercosê de jî heye. Axir nebe jî xem nake, ew çi “ker” be êdî, ya wî navî ye ku li dijî Gercuşê li ber xwe dide. 

Dagirkerên Kurdistanê awayê telefuza Erebî yê navê Nisêbînê tercîh kiriye, lê Kurmancên wir ti carî li wî navî nebaniyan. Xulase, ne lazim e Midyad bibe tiştekî din, Kerboran bibe tiştekî din yan jî Kercos bibe tiştekî din. Heger nifşê nû bawer dike “ker” tenê heywanek e, ev tenê nîşan dide, divê nifşê nû bêhtir xwe di warê ziman de şareza bike. 

Gelek maneyên “ker” hene, didu jê li jor in, yek jê jî di peyva ye(k)kere de heye. Yanî yekparçe. Ker bi ker kirin yanî parçe parçe kirin. “Ker”ê nabihîze jî dibe ku insan be. Ez bixwe ji bo hinekî vê meseleyê safî bikim, şeddeyê bi kar tînim, ji bo kerê nabihîze “kerr” dinivîsim. Hingê dikarim bi rehetî gotineke weke, “kerê kerr” jî bi kar bînim.

Mirov, helbet dikare di çarçoveya projeyên siyasî de navê mekanan biguhere. Lê ev mesele ji bo deverên navendî û neqandî dibe. Weke Diyarbekir - Amed. Lê ev jî bi rê û resmekê û bi îradeyeke siyasî dibe. Hin tezên mirov hene dixwaze parve bike, ew jî hêsan e. Mirov nav naguhere, tenê dibêje, li cem filanî wiha bû, îro wisa dibêjin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.