- Yek ji çanda ku Êzidî heya roja me ya îro ji berê ve zindî hiştine û her sal bi pîrozbahiyan pêk tînin jî Cejna Cimaya ye.
Li Şengal û Şerfedînê bi beşdariya hezaran kesan Cejna Cimaya tê pîrozkirin.
Yek ji civakên xwedî çanda kevnar ku kariye heya roja me ya îro bi awayekî dewlemend çand, ziman û baweriya xwe biparêze, hebûna xwe bidomîne, civaka Êzidî ye.
Yek ji çanda ku Êzidî heya roja me ya îro ji berê ve zindî hiştine û her sal bi pîrozbahiyan pêk tînin jî Cejna Cimaya ye.
Cimaya, tê wateya ‘Kombûn’ ê. Dema gelek kes li hev kom dibin jêre dibêjin Cimaya. Salan e li Êzidxanê di destpêka meha Tebaxê de cejnên Cimaya tên geran û bi tevlîbûna bi hezaran kesî ev rojên Cimya tên pîrozkirin. Êzidî Cimaya weke cejin bi nav dikin, lewre jêre dibêjin “Cejna Cimaya”
Her Mezargeh, Qubên Êzdiyan û cihên pîroz ev cimayê ji bo wan tê çêkirin. Di serîde ji Mezargeha Şerfedîn a li Şengalê pîrozbahî destpê dike. Piştî wê jî Cimaya Êzî, Hacalî û hwd.. tên pîrozkirin.
Li her mezargehekê ji van Cejna Cimayê du rojan dewam dike.
Bi rasthatina Cejna Cimaya, Li Şengal û Şerfedîn du roj pîrozbahî hene. Doh jî li mizargeha Şerfedîn li Şengalê bi hezaran kesî berê xwe da mizargehan û bi hev re ev roj pîroz kirin.
ROJNEWS/ŞENGAL