
- Kolan, park û meydanên qerebalix pir caran bi peykerên mêrên ku di şeran de bi ser ketine, serokên dewletan, an kesayetiyên dîrokî tijî ne.
Ev peykerê bronz ê jinek, li navenda paytext Osloya Norwecê di sala 2023’yan de hatiye çêkirin. Her roj bi hezaran kesên ku di ber wê re derbas dibin ne tenê hunerê, di heman demê de jiyan, mirin û dîtina bedena jinê jî tînin bîra xwe. Ev peyker, mîna sembolek bihêz ji bo dîtina jinên ku şopên penceşêra memikê di civakê de hildigrin, disekine.
Peyker li ser Flatval a ku dayîka sê zarokan e, hatiye çêkirin. Cecilie, di 42 saliya xwe de teşhîsa nexweşiya penceşêra memikê ya metastatîk girt. Li şûna ku nexweşiya xwe veşêre, bi raya giştî re parve kir. Piştî ku peyker temam bû, di sala 2023’yan de koça dawî kir. Cecilie, ji ber penceşêra memikê ya metastatîk pêsîrek xwe winda kiriye. Birîna emeliyatê di fîgurê ji bronz de veşartî nîne. Berovajî vê, ew wek xwe hatiye hiştin. Îro Cecilie, di vegotina bêdeng a fîgurê bronz de dijî.
‘Divê em bêtir li ser mirinê biaxivin’
Cecilie Flatval ku îlhama peykerê daye, biryar da ku di şûna ku penceşêra memikê ya metastatîk veşêre, bi raya giştî re parve bike. Di hevpeyvînan de dema ku bi penceşêrê re dijiya, gelek caran wiha digot: “Mirin beşek xwezayî ya jiyanê ye. Divê em bêtir li ser wê biaxivin.”
Ev peyker, ango karê hunerî, li Meydana Spikersuppa ku yek ji deverên herî qerebalix ên Osloyê ye, hatiye danîn. Li cihekî ku her roj bi hezaran kes lê derbas dibin, hatiye bicihkirin. Proje, armanc dike ku jinên bi penceşêra memikê re dijîn, ji quncikên nedîtî yên civakê derxîne û bike navenda jiyana giştî. Ji ber ku ev nexweşî ne tenê li nexweşxaneyan tê jiyîn. Jin vê têkoşînê li cihên kar, malan, kolanan û di her aliyê jiyana civakî de didomînin.
‘Jin ne mecbûr in ku bedenên xwe veşêrin’
Peyker her wiha stereotîpên damezrandî yên li ser bedena jinê dipirse. Her çiqas guhertinên bedenî yên ku piştî mastektomiyê çêdibin pir caran wekî kêmasiyek têne pêşkêşkirin ku divê bê veşartin, ev xebata li Osloyê berovajî vê yekê dibêje: “Ne kêmasî ye. Ew hatiye jiyîn. Ne nazik e. Xurt e. Ne birîndar e. Zindî ye.”
Di vî warî de, peyker tenê hişyariyê li ser penceşêra memikê zêde nake. Di heman demê de zextên civakî yên ku jin di derbarê bedenên xwe de pê re rûbirû dimînin jî eşkere dike.
Dibe ku ji ber vê yekê "Cecilie" ne tenê peyker e. Ew dibe bîranînek hevpar a bi milyonan jinên ku bi penceşêrê re dijîn, tên tedawîkirin an jî birînên vê têkoşînê li ser bedenên xwe hildigrin.
JÎNHA







