Bizot bi dosyeya ‘Rênas Jiyan’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Tîrmeh 2026 - 16:30

 

Kovara çand, huner û wêjeyê Bizot di hejmara xwe ya 3yan de (Havîn 2026) balê dikişîne ser yek ji helbestvan û nivîskarên girîng ên wêjeya Kurdî Rênas Jiyan.

Bizot kovareke çand, huner û wêjeyê ye ku sê mehan carê destpêka her demsalê derdikeve û zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tîne cem hev. Kovar bi dosyeya vê hejmarê cîhana wêje, felsefe û berhemên qelema bihêz a Wêjeya Kurdî ya nûjen Rênas Jiyan hildigire nav rûpelên xwe.

Bizot di hejmara xwe ya 3yan de bi dosyeyeke kûr a Rênas Jiyan xwendevanan pêşwazî dike. Di nav vê dosyeyê de li gel hevpeyvîneke taybet a ku bi Rênas Jiyan re hatiye kirin, gotarên rexneyî û nivîsên lêkolînê yên li ser wêje û berhemên wî hene. Armanca bingehîn a dosyeyê ew e ku rêyên edebî û cîhana ramanî ya nivîskar ji nêzîk ve bide naskirin.

Li gel vê dosyeya sereke, kovar wekî her car bi naverokeke dewlemend û rengîn hatiye hûnandin. Di rûpelên Bizotê de helbestên nazik, çîrokên balkêş, wergerên serkeftî û meqaleyên bikalîte yên ku hêza her du zaravayan nîşan didin li benda xwendevanan in.

Edîtorên kovarê diyar dikin ku geşkirina Wêjeya Kurdî û zindîhiştina zimên tenê bi nivîsandin û xwendinê pêkan e. Edîtorên Bizotê vîzyona weşana xwe bi van gotinan anî ziman: "Bizot wekî platformekê dixwaze ji bo hemû dengên nû, ramanên cihêreng û afirandinên ciwan bibe qadeke azad û germ. Bi vê armancê dimeşe û em her hejmarê bi hêviyeke mezintir amade dikin."

Tîma edîtoran xwendevan û nivîskaran vedixwîne ku bi nivîs, rexne û pêşniyarên xwe bibin şirîkê vê rêwîtiyê û bal kişand ser vê xalê: "Destpêk para me bû, domandin jî para me ye. Xwendin, nirxandin, rexnekirin û piştgirî jî para we ye."

Hûn dikarin li ser malpera polakitap.comê û li gelek pirtûkfiroşên bijarte xwe bigihînin hejmara 3yan a kovara Bizotê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.