Mesele dijberiya Kurdî ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Tîrmeh 2026 - 17:00

  • Pirtûkên nivîskar Faysal Ozdemîr ên bi navê “Rûpelên Binaxkirî” û “Evîna Rojdayê” ji ber peyva Kurdistanê 9 salan hatin qedexekirin. Faysal Ozdemîr derbarê qedexeya pirtûkan de wiha got: “Mesele ne ku siyasî ye, mesele ji ber ku ev pirtûk bi zimanê Kurdî ne tên qedexekirin.”

 

Faysal Ozdemîr di sala 1967an de li navçeya Misircê ya Sêrtê di nava malbateke bawermend de ji dayik bû. Ew piştî ku di medreseyan de xwendina xwe diqedîne, îcazeta xwe ya meletiyê digire û diçe li gundan meletiyê dike. Piştre ew dev ji meletiyê berdide dikeve nav xebatên siyasî. Di sala 1992yan de, di serdema HEPê de tê girtin û 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ew 10 salan di zindanê de dimîne û di sala 2002yan de ji zindanê tê berdan. Lê dema di zindanê de bi piranî li ser ziman û wêjeya Kurdî xebatên xwe dike. Û bi piranî jî ew di dema medreseyê de di bin bandora Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Seydayê Cegerxwîn de dimîne. Ji bo ew li ser şopa wêjekarên Kurd bimîne her tim xebatên xwe li ser wêjeya Kurdî dike. Ji wê rojê ve biryar daye ku ew ê bi tu zimanî nenivîse û ew ê her tim bi Kurdî binivîse.

Faysal Ozdemîr niha li Komeleya Wêjekarên Kurd bi awayekî çalak kar û xebatên xwe dide meşandin. Pirtûkên Faysal Ozdemîr ên bi navê “Evîna Rojdayê”, “Rûpelên Binaxkirî”, “Dadgeha Evînê” û “Şanesîna Dil” hatine çapkirin û pirtûkên bi navê “Gotinên Zêrîn” û “Dîcle û Firat” jî li ber çapê ne.

Pirtûkên Faysal Ozdemîr ên bi navê “Evîna Rojdayê” û “Rûpelên Binaxkirî” bi hinceta peyvên siyasî û peyva Kurdistanê tê de derbas dibû Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di 23yê Îlona 2016an de ew weke siyasî dîtin û ev pirtûk hatin qedexekirin. Piştî qedexeyê di 22yê Mijdara 2016an de jî firotin û çapkirina pirtûkan jî hate sekinandin. Dû re parêzerên Faysal Ozdemîr îtîraza vê biryarê kirin. Piştî darizandineke dûr û dirêj dadgehê di 24ê Adara 2025an de biryara qedexeya li ser pirtûkan rakir. Her wiha qedexeya firotin û çapkirinê jî hate rakirin. Nivîskar Faysal Ozdemîr derbarê ziman, qedexeya pirtûkên xwe û rakirina qedexeyê de axivî.

‘Zimanê Kurdî xelas nebû dê nebe jî’

Faysal Ozdemîr anî ziman ku zimanê Kurdî zimanekî herî qedîm e û da zanîn ku 12 hezar sal in, li çiyayên Kurdistanê gelê Kurd hebûye û bi Kurdî tê axaftin. Faysal Ozdemîr diyar kir ku ji Sumeran heta roja me ya îro zimanê Kurdî, helbestên Kurdî hebûne û jiyan bi Kurdî bûye û wiha got: “Ev bişaftina ku hezar û penc sed sal in heye, Ereban li ser me daye ferzkirin. Di sed salên dawî de jî dewleta Tirk, Faris û dîsa jî du dewletên Ereban ji aliyê teknolojiyê ve bişaftinê li ser me didin meşandin. Lê dîsa jî zimanê Kurdî xelas nebû û ew ê nebejî. Ez bixwe jî bi zimanê Kurdî mezin bûme û min li medreseyên Erebî xwendiye. Em weke malbat li ser şopa Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Seydayê Cegerxwîn meşiyan. Di salên 90î de ji ber welatparêziya me û dilxwaziya me ya bi Kurdî re ez hatim girtin. Di sala 94an de min pirtûkeke Yaşar Kemal xwend, yeke bi Tirkî bû; navê wê jî ‘Anadolûda uç efsane’ bû. Dema ku min ew pirtûk xwend, min lê nihêrî ku çîrokên bav û bapîrên me ne. Di serê min de ev derbas bû, min ji xwe re got; Yaşar Kemal çîrokên me birin bi Tirkî nivîsandine û ev çîrok bûne yên Tirkan. Kesên ku stran, çîrok, xebrojk, gotubêj, çand û gotinên pêşiyan ên Kurdî bi zimanekî dinê binivîse ew diz e.”

‘Berhemên Kurdî ji Tirkan re dikin mal’

Faysal Ozdemîr bal kişand ser berhemên Kurdî yên ku ji hela kesên weke Yaşar Kemal ve ji Kurdî wergerî Tirkî hatine kirin û anî ziman ku kesên wisa tên li ser bêndera vî miletî radihijên çend kîsên genim û dibin ji miletekî dinê re dikin mal û wiha wiha qala vê yekê kir: “Dema ku min ev pirtûk dixwend, jixwe min gelek çîrokên bav û bapîran dizanibû. Gelek caran min li civata çîrok jî digotin. Wê demê jî min nêzîkî 45 heb çîrokan ji ber kiribû. Şevên berê dirêj bûn û me ji xwe re çîrokan digot. Piştî televîzyon derketin, me pirî ji wan ji bîr kir. Lê dema ku ez li zindanê bûn min jixwe re digot; dema ku ez van çîrokan nenivîsim dê kesekî dinê rabe van çîrokan jî bi Tirkî binivîse û ji Tirkan re bike mal. Ez ketim nava hewldanan min çîrok nivîsand û min ji xwe re got, bila bibe weke belgeyekî û ji Kurdan re bibe mal. Da ku hê kesekî dinê nedize. Tişta ku di hişê min de mabû min ew di pirtûka ‘Rûpelên Binaxkirî’ de gelek ji wan anîn ba hev. Ev tev çîrokên bav û bapîran e.”

‘Ji ber gotina Kurdistanê pirtûk 9 salan qedexe ma’

Faysal Ozdemîr destnîşan kir ku tu eleqeya pirtûka wî ya bi navê “Rûpelên Binaxkirî” bi siyasetê re tune ye û wiha domand: “Ji ber ku di pirtûkê de gotina Kurdistanê hatiye nivîsandin, di sala 2016an de ew hate qedexekirin. Ji ber gotina Kurdistanê pirtûkên min 9 salan hatin qedexekirin. Piştî ku qedexe rabû me careke din weşand. Me got, bila ev çîrokên me yên bav û bapîran winda nebin û bila gelê me bixwîne. Piştî vê pirtûkê min dest avêt romanê û min romanek nivîsand. Navê romana me jî ‘Evîna Rojdayê’ bû. Ev roman jî hem qala demê dike û hem jî qala dîrokê dike. Yanî di nava romanê de romaneke dinê jî heye. Du Rojda têde hene, Rojdayeke demê ye û Rojdayeke dîrokê ye. Di herduyan de du evîn hene, Rojdaya dîrokê evîndara kurê apê xwe ye. Nagihin hevdû û herî dawî serê wê tê jêkirin, ji aliyê Osmaniyan ve. Û Rojdaya demê jî evîndara gelê xwe, axa xwe û welatê xwe ye. Ew jî ji aliyê dewletê ve tê kuştin.”

‘Dilê mirov bi zimanê mirov zindî dimîne’

Faysal Ozdemîr diyar ku sala 1995an weke sala Ehmedê Xanî hate diyarkirin û da zanîn ku wî ji wê demê ve sond xwariye ku ew ê êdî ji bilî Kurdî bi tu zimanî nenivîse û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji 95an heta niha ez her tim bi Kurdî dinivîsim. Û em ê wisa jî berdewam bikin. Mesele ne ku siyasî ye, mesele ji ber ku ev pirtûk bi zimanê Kurdî ne tên qedexekirin. Û ji ber ku ev herdu pirtûk di nava gel de zû hatin belavkirin. Evina Rojadayê di nava 6 mehan de çapa yekemîn xelas kir û me dest bi ya duyemîn kir. Heta pirtûka ‘Evîna Rojdayê’ li Zanîngeha Rojava jî şagirtên zanîngehê li ser tez nivîsîn û çend xebat hatin kirin. Kesên lewaz ji kesên jîr û bi hêz aciz in û ditirsin. Her tim dixwazin ku kesên bi hêz bikevin da ku ew li dewsa wan cih bigirin. Zimanê Tirkî li gorî zimanê Kurdî zimanekî lewaz û çêker e, her tim dixwazin zimanê Kurdî qedexe bikin. Lê zimanê Kurdî zimanekî bingehîn e. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, ger ku zimanê Kurdî li pêş bikeve dê zimanê wan nemîne. Pêşî maka her tiştî ziman e, divê em li dora zimanê xwe bicivin û mezin bikin. Di pêvajoya heyî de jî tişta ku me li ba hev bihêle dîsa jî ziman e. Ya ku ruh û dilê civakê jî zindî bihêle dîsa ziman e. Çawa ku darek bê av bimîne hişk dibe û dirize, bi heman awayî dilê mirov jî wisa ye.”

ABDULLAH ESEN-AW/ÊLIH

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.