
Li pişt deriyên mezin ên Muzexaneya Bardo ya li paytexta Tûnisê, serdanvan ne tenê bi berhemên bêdeng, bi tevneke zindî ya dîrokê re rû bi rû dimînin. Di vê qesra ji sedsala 19’an mayî de di ‘Qesra Mêran’ de mîmariya rast a Tûnisê bi bandorên Endulusî û Tirkî bi awayekî balkêş têkel dibin. Îro muze, ji depoyeke kevnar gelek zêdetir e; neynikek e ku çîroka mirovahiyê û axê, şaristaniyên ku bi sedsalan şekil dane Tûnisê nîşan dide.
Muze di sala 1888’an de bi fermî weke ‘Muzeya Elewî’ di dilê Qesra Bey ku berê rûniştgeha hukumdarên Huseynî yên Tûnisê bû, hat damezrandin. Hilbijartina qesrê ne tesadufî bû; ew sembolîzmek siyasî û civakî ku ‘modernîteya’ dewleta Tûnisê di sedsala 19’an de qebûl kiribû bi mîrasa dewlemend a welat re li hev dicivîne hildigirt. Ev sazî di nava dîwarên qesra qraliyet de cihê ji milkê taybet ji bo hukumdaran, ji bo gel veguherand cihek giştî. Li vir, motîfên xemilandî yên Endulusî û Tirkî di korîdoran de bi hev re hene, çîrokek hevgirtina çandî ku bi deriyên mermerî yên luks û darîn ên sexlem ve girêdayî ne, çîrokên serdema zêrîn a qesrê vedibêjin. Ev bi taybetî ji bo deverên ku berê ji bo prenses û cariyeyan hatibûn veqetandin derbasdar e. Wan şopên xwe yên ne şênber li ser hûrgiliyên zewq û xemilandina giştî ya ku jiyana di qesrê de diyar dikir hiştin.
Jin lîstikvanên sereke ne
Li salonên mozaîk ên herî mezin ên cîhanê, kêlî li ser perçeyên biçûk ên bi baldarî hatine rêzkirin cemidîne. Kevirên bêdeng vediguherin wêneyên ku ‘dîroka jinan’ di çarçoveya wê ya mirovî ya berfireh de belge dikin. Li vir, jin ne weke hebûnên duyemîn, wekî lîstikvanên sereke di dilê jiyana Romayiyan û Kartacayan de xuya dibin. Dayîk, şahbanû, muzîkjen, reqasvan û xanimên ku karûbarên malê birêve dibin in. Hestiyariya van tabloyan ku hûrgiliyên herî xweşik ên cil, şêwazên por û rêûresmên wan ên rojane eşkere dike, nêrîneke dîrokî ya cuda dûrî dengê şerên mêran pêşkêşî me dike. Van mozaîkan jinan ji ‘taybetmendiyan’ veguherandine ‘lehengên çîrokê’ taybetmendiyên wan bi rastgoyîyek bêdem belge kirine. Her tabloyek kirine ‘portreyek’ rojane ku çîroka rola jinan di rêvebirina jiyanê, parastina kevneşopiyan û şekildana nasnameya civakî de vedibêje.
Muze di 2015’an de rastî êrîşê hat
Pêvajoya biserxwevehatina Muzexaneya Bardoyê ne hêsan bû. Di Adara 2015’an de, muze rastî êrîşeke terorîstî ya wêranker hat, bi saya berxwedana mîrasa xwe û fedakariya karmendên xwe, riya biserxwevehatinê hilbijart. Ev berxwedan ne tenê bûyereke demkî, belgeyeke teqez e ku bedewî û çand çekên herî bihêz in li dijî tarîtiyê. Muze ne tenê ji birîna xwe ya kûr xelas bûye, di heman demê de weke şahidê zindî yê nasnameyek Tûnisî ya kûr ku red dike were jêbirin radiweste û piştrast dike ku mîrasa mirovahiyê, tevî ezmûnên jinên ku di nav dîwarên wê de tên parastin, ji guleyên çavtirsandinê bihêztir e.
Belgeyeke dîtbarî û dersek zindî ya berxwedanê ye
Serdana Bardo îro ji nêrînek cihî ye ku çîrokên jinan di seranserê serdemên cuda de hembêz kiriye û bi nivîs û mermerên xwe wan ji jibîrkirinê parastiye. Ev tevlîheviya hêmanan Bardoyê ji muzexaneyekê bêytir dike. Ew cihekî bîranînê ya neteweyî ye ku rabirdûya qesrên padîşahî bi roja me ya îroyîn ve girê dide, red dike ku were şikandin.
Bardo hîn jî belgeyeke dîtbarî û dersek zindî ya berxwedanê ye. Ji ber vê, em xwendevanan vedixwînin ku îro vê dîrokê ji nêrîneke cuda binirxînin, da ku cewhera rabirdûyê û bedewiya berxwedanê bi çavek vekirî ji bo kesên ku li çîrokên jinan digerin û di pirtûkên dîroka kevneşopî de nehatine tomarkirin, keşif bikin.
JÎNHA/TÛNIS







