Çareserî hevgirtin e

Nûçeyên Forum

În 19 Sibat 2021 - 00:33

MELE  ELÎ  SPÊRTÎ

Dema em berê xwe bidin amojgarî û şîretên pêxember, oldar, pirtûkên pîroz, fîlozof û mezinan, em ê bizanin û bibînin ku serketin û rizgarî bi yekîtî û hevgirtinê gengaz e. Em li gorî dîn berê xwe bidinê, Yezdanê pak di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Fetesîmû biheblîllahî cemî‘en wela teferqû...“ Dîsa hezretê Muhemed (ss) dibêje, “Yedu l-illahî mel cema‘etî“. Yanî Yezdanê mezin dibêje: Hemû xwe bi werîsê Yezdan bigirin û ji yek venebin. Hezretê Muhemed (ss) jî dibêje, destê Yezdan ligel cemaetê ye. 

Wekî din di ayeteke din de wiha tê gotin: “..Fela tenazeû fetefşelû...“ Yezdan dibêje, dijberiya hev nekin naxwe hûnê faşil bibin; yanî hûnê pûç bibin.
Vêca, îro ji bo me werîsê xwedayê cîhanan ku em hemû xwe pê bigirin û bernedin û ji yek venebin, yekîtiya neteweyî ye, parastina xak, welat û rûmeta me ye, azadî ye, xweserî ye û welatparêziya rast e.

Gotina Hezretê Muhemed jî dema dibêje, destê Yezdan ligel cemaetê ye, cemaet yekîtiya neteweyî ye û hevgirtina hemû partî û rêxstinan e li dijî dagîrker û corên dagîrkeriyê û sitemkariyê hemûyan. Wekî din gava Yezdan dibêje, dijberiya hevdu nekin ji me re tê wateya di yekîtiya neteweyî de, parastina xak û welat de û di tekoşîna li dijî dagîrkeriyê de dijberiya hev nekin. Wekî çawa di ol û baweriyan hemûyan de û bi taybetî di dînê Îslamê de jî ramanên cuda û mezhebên cuda hene, lê di parastina Yezdanê bi tenê û baweriya pêxemberî de hemû dibin yek û cudahî tineye. 

Di hemû welat û neteweyan de partî û rêxistinên cuda hene, lê dema mijar dibe netewe, xak û welat hemû dibin yek dest û yek hêz. Ha, pêwîst e em jî ji kîjan partiyê bin, ji kîjan rêxistin, ji kîjan ol, ji kîjan bawerî, mezheban û terîqetan bin, gava mesele hat ser netewe, welat û xakê, em hemû bibin yek dest û yek enî. 

Dîsa Yezdan di Qurana pîroz de dibêje, gawiran û hevparkeran; yanî muşrikan ji xwe re nekin serwer û pişta xwe bi wan germ nekin. Ji me re jî wateya wê ew e ku em dagirkeran ji xwe re nekin serwer û pişt û pal û li hember hevdu bi kar neynîn. Têkiliya me ya bidagirkeran re bila wek hevpeymana Medînê be, û ne li ser bingehê xirakirina partiyeke din yan rêxistinek din be. Heger ew têkilî bikevin xizmeta yekîtiya neteweyî û parastina welat, ew rewa ne, heger berevajî wan bin ne rewa ne xiyanet e, wan binasin, ew gunehkar in.
Em berê xwe bidin gotina fîlozofê nemir Ehmedê Xanî ka çi xweziyê dixwaze. Ev xweziya wî ji me re dibe amojgarî. Divê em vê xweziya wî bînîn cih, da mergê wî û tevahiya pakrewanên me di goran de şad bibin. Xweziya wî ya pêknehatî ev bû:
Ger dê hebuya me îtîfaqek 
Vêkre bikira me înqîyadek
    Rom û Ereb û Ecem temamî
    Hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîlî dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me îlm û hikmet
    Kurmanc ne pirr di bê kemal in
    Ema di yetîm û bê mecal in
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bê xwidan in

Dîsa em berê xwe bidîn hunermendê navdar Seydayê Cegerxwîn ka ji me gelê kurd re çi dibêje: Ger em nebin yek, em ê biçîn yek bi yek.
Dîsa em berê xwe bidîn gotina pêşiyan: Berê kes bavêji dûr naçe, berê êl bavêje dûr diçe. 

Dîsa em berê xwe bidin wesiyeta pîremêrekî Kurd ka çawe şîretan li zarokên xwe dike: Pîremêrek hebû heft kurên wî hebûn, dema ket ber mirinê, her heft kurên wî li dora wî rûniştin û jê re gotin, “Babo tu diçî te wesiyetek, şîret li me nekir.“ Pîremêrî ji wan re got, “Ez ê yek amojgariyê li we bikim. Ka her yek ji we darekê ji min re bînin.“ Her kurekî wî darek jê re anî û da destê wî. Pîremêr her heft dar kirin gurz û pêkve girêdan û da dest birayê mezin û gotê, “fermo bişikîne“. Kir û nekir, nekarî bişikîne. Bi rêzê, da dest her heftan yekî nekarî bişikîne. Dîsa dan dest babê xwe. Vêcarê babê wan dar ji hev vekirin û her yek ji wan yek da destê wan, û got, “Her kes darê xwe bişikîne”. Û er yekî ji wan bi hêsanî darê xwe şikand. Bavê wan gote wan, “Wesiyeta min li we ev e.“

Vêca pêwîst e em hemû û bi taybetî kesên berdêl dayî û malbatên şehîdan, em partî, rêxistin û pêşewayên xwe neçarî yekîtiya neteweyî bikin. Lewra gotina pêşiyan e, “Heçî neke bi ya mezinan, dê pêve bên du laxên mîna bizinan”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.