Cara 28’ê Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 00:12

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku par çênebû, îsal tê lidarxistin. Pêşbirk ku ji aliyê YXK û JXK’ê ve tê lidarxistin, îsal cara 28’an pêk tê.

Bi wesîleya 30’emîn a salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî îsal bi çalakî û bernameyên cuda tê pîrozkirin. Bernameya pêşbirkê wê piştre li ser hesabên medya dîjîtal bê parvekirin.

Komîteya amadekar li ser pêşbirka çîrok û helbestan ev agahî parve kir:
- Çîrok û helbest divê bi zimanên Kurdî (Soranî, Kurmancî, Kirmanckî), Elmanî, Îngilîzî û Tirkî bin.
- Berhem divê beriya niha li cihekî din nehatibe weşandin.
- Tenê bi helbestekê yan jî bi çîrokekê beşdar dikare tevlî pêşbirkê bibe.
- Herî dereng divê heta 15.09.2021’an ji adresa hatiye diyarkirin an jî e-mailê re bê şandin.

Agahiyên berfireh li ser hesabê medya dîjîtal an jî e-mailê ya li ser afîşê dikarin bêne peydakirin.

Agahiyên hîn berfireh wê rojên bê werin parvekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.