Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku wan li Tûzlaya Stenbolê bi çekên ferdî ji bo propagandayê rê li çûnûhatine girtiye û meşale vêxistine. Wan got, “Di 14’ê Îlona 2021’an de saet 22.30’an hêzên me li Tûzlaya Stenbolê li ser rêya Tûzla-Tepe Oren a diçe pîsta formulayê bi çekên ferdî ji bo propagandayê rê girtin û meşale vêxistin. Hêzên me darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û faşîzma AKP û MHP’ê teşhîr kir.”
Wekî din Milîsên HBDH’ê ragihand ku li hemberî Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Erham a ‘noker’, li navçeyên Menemen û Bûcayê yên Izmîrê çalakiyên çekdarî kirine û karên komeleyê sekinandine.
Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê got, “Şeva 11’ê Îlona 2021’ê li hemberî komeleya bi navê Piştevanî û Alîkariyê ya Erham çalakiya çekdarî hatiye kirin. Ev komele li navçeyên Menemen û Bûca yên Izmîrê kar dike. Di dema çalakiyê de rêveberên komeleyê li hundir bûn, lê belê nehate zelalkirin ka kesek miriye yan jî birîndar bûye. Çend rojan piştî çalakiyê, komeleyê karên xwe sekinandin û piştre hate girtin.
Li nava gelê xizankirî, di bin navê ‘alîkariyê’ de bi sedan komeleyên bi vî rengî çanda serîtewandinê li ser gel ferz dikin. Komeleya Erham ku yek ji wan e, navendeke karên nokerî û paşverûtiyê bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN