Bû lihevkirina çendan?

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 31 Gulan 2023 - 02:03

  • Li Lîbyayê di danûstandinên nûnerên Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê yên li bajarê Bûzenîqa yê Mexribê de, lihevkirin çêbûye.

Bûyerên dawîn ên Lîbyayê nîşan didin ku di danûstandinên nûnerên Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê yên li bajarê Bûzenîqa yê Mexribê de, lihevkirin çêbûye.

Muslum El-Misrî ji Qahîreyê ji ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nivîsiye û dibêje, ‘Komîteya 6+6’ a hevbeş ku ji aliyê Meclisa Bilind a Dewletê û Meclisa Nûneran ve ji bo amadekirina qanûna hilbijartinê hatiye erkdarkirin, ragihandiye ku têkildarî hilbijartina serokê dewletê û endamên parlamenê li hev kirine.

Ew dibêje, berdevkê komîteyê Omer Mihemed Ebû Lîfê ragihandiye ku komîte, lidarxistina hilbijartinên parlamenê û serokatiyê bi awayekî hemwext nîqaş dike.

Hemwextî van daxuyaniyan, fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Xelîfe Hefter di 27`ê Gulanê de bi nûnerê NY`yê yê li Lîbyayê Ebdullah Batîlî re hevdîtin kir.

Batîlî, însiyatîfeke navneteweyî ji bo lidarxistina hilbijartinan li Lîbyayê beriya dawiya salê, bi rê ve dibe.

Li gorî El-Misrî, çavdêr dibêjin, atmosfera hilbijartinê û lihevkirina di danûstandinên Komîteya 6+6 de, dê bibin destpêk ji bo avakirina hikûmeteke nû da ku hilbijartinan bi rê ve bibe. 

Lêkolînerê kar û barên Lîbyayê Alaa Farûq jî ji El-Misrî re gotiye, danûstandinên li Mexribê yên derbarê amadekirina qanûnên hilbijartinan de erênî ne.

Farûq bal biriye ser hin nakokiyên der barê hilbijartina serokî dewletê de û got: “Mîna mafê namzetiya leşkeran, yan kesayetên ku ji aliyê navneteweyî ve ji bo hin dozan tên xwestin mîna Seyfullah Qedafî. Her wiha têkildarî namzetiya kesayetên ku erkên rêveberiyê girtine, mîna Ebdulhemîd Debîbe yan Fethî Başaxa, hîn biryar nehatiye dayîn.”

Farûq ji bo diyarkirina dema hilbijartinê jî gotiye, di çaryeka destpêka sala bê de, hin hêzên siyasî yên hewl didan hilbijartinan beriya dawiya vê sale li dar bixin, şaş kirine: “Dema ku hatiye diyarkirin, pirr rasyonel e. Hilbijartina parlamenteriyê di destpêka sala bê de dikare were lidarxistin, hilbijartina serokatiyê jî dikare piştî wê bi çend mehan -bi şertê ku kêmî 6 mehan be - werin lidarxistin. Bawer dikim wê demê dê rewşa siyasî zêdetir bi îstiqrar be.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.