‘Brat’ bû peyva 2024’an

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 3 Mijdar 2024 - 16:30

  • Collins Dictionary ku her sal peyveke nû li ferhenga xwe zêde dike, îsal jî peyva "Brat" li ferhenga xwe zêde kir.

Peyva “Brat” cara ewil di straneke Charli XCX de hatiye bihîstin û piştî wê popûler bûye. Ev peyv di heman demê de navê albûma hunermend e jî ku di meha Hezîranê de derketibû.

Maneya peyva “Brat” ev e; gava mirov ji zarokekî aciz dibin jê re dibêjin brat û tê maneya “weled”. Lê ji vê maneyê wêdetir ev peyv kesên ku ji xwe bawer in û serbixwe ne jî îfade dike. Yanî ji bo van kesan jî tê bikaranîn.

Piştî Kamala Harris ev peyv di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de bikaranî bêhtir derket pêş û xelkê bikaranî. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.