Bi armanca teşwîqkirina bikaranîna bisiklêtan, li navçeya Şarezûr a ser bi Silêmaniyê peykerê herî mezin yê bisiklêtekê hat çêkirin û bi merasîmekê perde ji ser hate rakirin.
Peykertiraş Omer Cemîl ev bisiklêta dêw çêkiriye. Peyker di nava 15 rojan de hatiye temamkirin û hezar dolar lê hatiye xerckirin. Dirêjiya peykerî 4 metre û 75 santîm e. Bilindiya wî jî 3 metre û 30 santîm e. Giraniya wî jî qederê 400 kîloyan e.
Peykersaz Omer Cemîl got: “Fikra çêkirina vî peykerî ya rêveberiya Navenda Werziş û Lawan ya Şarezûr e. Min jî di nava 15 rojan de temam kir. Heman rêveberiyê mesrefê wê dan.”
Tiwana Heme jî yek ji welatiyên di merasîmê de hazir bû. Ew hez ji ajotina bisiklêtan dike û dibêje: “Em komek siwarên bisiklêtan ji Silêmaniyê ji bo ku ajotina biskilêtan bibe çandek, hatin Şarezur. Em piştgiriyê didin vê projeyê.”

ROJNEWS/ŞAREZUR