Biryara PKK'ê siyaseta aştiyane ye

În 16 Gulan 2025 - 03:05

ROZA METÎNA / AMED

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek têkildarî kongreya 12’emîn a PKK’ê û avakirina Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk da zanîn ew ê ev her du geşedan rê li siyaseteke demokratîk û xurtkirina yekîtiyê veke û got:” Biryara PKK'ê siyaseta aştiyane ye.”

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sînan Çîftyurek derbarê 12’emîn a PKK’ê û avakirina Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de û bandorên wê yên li ser pêvajoyê nirxandin kir. Sînan Çîftyurek got:” Gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî dikare ji vê pêvajoya dijwar bi serkeftî derkeve. Pêvajoya wê bi yekîtiyê bi ser keve. "

Biryara PKK'ê siyaseta aştiyane ye

Sînan Çîftyurek di destpêkê de li ser danîna çekan a PKK'ê diyar kir ku divê êdî dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne û wiha got:"Li ser banga Birêz Ocalan, PKK'ê di Kongreya xwe ya 12'emîn de ku di 5-7'ê Gulanê de pêk hat, biryara xwe ya danîna çekan û xwefesixkirinê bi raya giştî re parve kir. Bila ev biryar ji bo gelê me û gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo bakur bi xêr be. Em hêvî dikin ku ev biryar dê xizmeta xurtkirina siyaseta aştiyane, sivîl û demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê bike. Em bang li her kesî dikin ku ji bo xurtkirina siyaseta sivîl a şoreşger têbikoşin. Êdî hinceta dewletê nemaye, divê di mijara pirsgirêka Kurd de gavan bavêje! Dewlet bi salan e dibêje, 'Ez nikarim di bin zexta çekan de di mijara pirsgirêka Kurd de gavan bavêjim, bila pêşî çek bêdeng bibin'. PKKê biryara xwe ya danîna çekan ragihand. Niha pirsgirêka Kurd/Kurdistanê bi awayekî zelaltir li ber dewletê ye."

Divê berpirsiyariya xwe bi cih bîne

Sînan Çîftyurek bi lêv kir ku divê ji bo çareseriya meseleya kurd divê dewlet jî gavê biavêje û got:"Divê dewlet di warê çareseriya meseleya kurd de berpirsiyariya xwe bîne cih. Pêşî û berî her tiştî, divê girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, tevî girtiyên Doza Kobanî, werin berdan. Divê mafê hêviyê ji bo Ocalan bê dayîn. Divê gav bên avêtin da ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li kêleka Tirkî wekî zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin. Divê Tirkiye êrîşên xwe yên leşkerî yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Rojavaya Xweser bi dawî bike û hebûna xwe ya leşkerî bi dawî bike. Divê mesela Kurdistanê li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê   were nîqaşkirin. Gavên ku ji bo çareseriya mesela Kurd û misogerkirina daîmî ya maf û azadiyên bingehîn werin avêtin, divê di çarçoveya yasayî û destûrî de fermî bibin. Em demokratîkkirina Dewletê ligel pêşxistina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê girîng dibînin. Lêbelê, çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya demokrasiyê ye, ji ber ku ew meseleya miletekî bindest e."

Pêvajoya wê bi yekîtiyê bi ser keve 

Sînan Çîftyurek bal bir ser girîngiya îlankirina Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û wiha pê de çû:"Ji bo bikaranîna derfetan ji bo berjewendiya gelê me û derbaskirina astengiyan, avêtina gavên ber bi yekîtiya neteweyî ve, pêşî li Rojavayê Kurdistanê û dû re jî li Bakurê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî dikare ji vê pêvajoya dijwar bi serkeftî derkeve. Pêvajoya wê bi yekîtiyê bi ser keve. "

Bang çareserî ye 

Sînan Çîftyurek bal bir ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di îlankirina Însîfiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de jî behs li ser hat kirin û wiha got:"Banga Ocalan a ji bo aştiyeke mayînde girîng e. Ev bang bi çareseriyeke mayînde ji bo pirsgirêka Kurd û çareseriyeke li ser bingeha statuyê ya ji bo Kurdistanê dikare naverokeke berbiçav pêş bixe. Bi kurtasî, aştiya li Anatoliya û Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji hev nayên veqetandin."

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan têdikoşe

Sînan Çîftyurek diyar kir ku armanca însiyatîfê parastina mafên hemû gelan e û wiha pê de çû:"Her çend Înîsiyatîfa Yekîtîya Demokratîk armanc dike ku pirsgirêka Kurd çareser bike, ew di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û baweriyên din, li dijî bindestiyê jî têdikoşe. Armanca însiyatîfê ew e ku bi rêxistinên karker re bi hevrêzî bixebite da ku hemî karker û beşên din ên civakî bikaribin bigihêjin mafên xwe û bi berdêla keda xwe bigihîjin standardên jiyaneke adil. Înîsiyatîfa Yekîtîya Demokratîk di hemî warên jiyanê de wekheviya zayendî diparêze. Ew li dijî her cure cudakariya zayendî û tundûtûjiyê têdikoşe."

Piştgiriyê bidin vê gavê

Sînan Çîftyurek da zanîn avakirina Însîfiyatîfa Yekîtiya Demokratîk wê bandoreke erênî li ser çareseriya meseleya kurd jî bike û wiha got:"Pêşî, ew ê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hêvî û heyecaneke nû di nav gel de biafirîne û jixwe qismî jî afirandiye. Mesele ev e ku hêvî û heyecana ku hatiye afirandin gav bi gav mezin bibe û mayînde bibe. Ji bo vê armancê, konferans, komxebat, çalakiyên dîplomasiyê û hewldanên ji bo hilberandina perspektîfeke siyasî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê li welêt û li derveyî welêt berdewam bikin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê gava ku hatiye avêtin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.