- Beriya ku “Cejna Cazûyan” (Halloween) bibe fenomeneke modern û bêhtir were naskirin ew di çanda paganîzmê de xwedî ruhekî cuda bû û civakên berê ev roj pîroz dikirin. Nexasim jî di mîhrîcanên Keltan (Roman ji wan re digot Galyayî ) de xwedî ciyekî girîng bû ev roj.
Cejna Cazûyan (pîresêr) ji mêj ve her sal tê pîrozkirin. Di roja dawî ya meha Cotmehê de, yanî di 31’ê Cotmehê de “Cejna Cazûyan” li gelek deveran weke mîhrîcan hatiye qebûlkirin û her sal ev mihrîcan bi coş tê pîrozkirin. Her wiha li gelek welatan ev roj weke “roja betlaneyê” jî hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kes naçe kar. Ji dêvla herin kar tevlî mîhrîcanê dibin. Nexasim zarok di vê cejnê de li malan digerin û ji xwe re şekir û pereyan kom dikin.
Cejna Cazûyan destpêkê li Bakurê Emerîka û Giravên Brîtanyayê weke rojeke taybet hat pîrozkirin. Bi demê re welatên Ewrûpa jî di bin bandora van welatan de man û ew jî vê cejnê pîroz dikin. Her wiha li welatên weke Japonya, Filîpîn û Emerîkaya Latîn jî êdî tê pîrozkirin. Meriv dikare bibêje ku ev cejn weke çandekê li gelek herêman belav bûye û weke rojeke taybet hatiye qebûlkirin.
Bingeha cejnê rêûresmên Keltiyan e
Beriya ku “Cejna Cazûyan” bibe fenomeneke modern û bêhtir were naskirin ew di çanda paganîzmê de xwedî rihekî cuda bû û civakên berê ev roj pîroz dikirin. Yanî bingeha vê çandê û rojê diçe rojên berê. Nexasim jî di mîhrîcanên Keltan (Roman ji wan re digot Galyayî jî) de xwedî ciyekî girîng bû ev roj. Wan mîhrîcaneke navdar ya bi navê “Samhain” lidardixist. Ji lo gor zanîn û baweriya wan roja 1’ê Mijdarê bi dawîbûna Havînê û destpêka Zivistanê qebûl dikirin. Di vê demsalê de kesên li zozanan bûn tevî kon û pezên xwe vedigeriyan û li detê bi cih dibûn. Ji xwe maneya “Samhain” jî bingeha xwe ji zimanê Îrlandî digire. Li gor zimanê Îrlandî “Sam” tê maneya havînê û “fuin” jî tê maneya dawiyê. Her wiha cejnên Katolîkan û merasîmên cenazeyan jî tesîra xwe li “Cejna Cazûyan” kiriye di wextê de û bi vî awayî heya roja îro hatiye. Îro li gelek welatan weke rêûresmeke kevn û qedîm tê pîroz kirin. NAVENDA NÛÇEYAN