Bihara Vîetnamê bû havîna dijwar 

Nûçeyên Cîhan

Duşem 8 Gulan 2023 - 16:02

  • Rekora germahiyê ya neteweyî ya beriya niha 43.4 pile bû ku 20'ê Nîsana 2019'an hatibû pîvan.

Li Vîetnamê şemiya bihurî germahî gihîşt 44.1 pileyî û rekor şikand. 

Navenda Texmînên Hîdrometeorolojîk a Neteweyî ragihand ku li herêma Thanh Hoa ya li bakurê navîn ê welêt, germahî gihîştiye 44.1 pileyî.

Rekora germahiyê ya neteweyî ya beriya niha 43.4 pile bû ku 20'ê Nîsana 2019'an hatibû pîvan.

Rayedaran diyar kir ku ev rekora germahiyê, ji ber guherîna avhewa û germahiya global, cihê fikaran e.

Avhewaya Vîetnamê ji bakur heta başûr ji hev cuda ye. Lê belê welat bi temamî niha ketiye nava mehên gelekî germ.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.