Bibe demokrat xwezayê qetil neke!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Çile 2023 - 05:36

Li bajarê Elmanyayê Russelsheimê, 28´ê Çile şeva Dersimsporê hat lidarxistin. Di şevê de protestoyên li dijî devera berhevkirina çopê ya li Tulukê derketin pêş. Di şevê de şaredarên navenda Dêrsimê û navçeyên wê vexwendî bûn û hazir bûn. Aktîvîstên Ewrûpayê yên Platforma Hawîrdorê ya Kirmizidagê bal bire ser qirkirina xwezayê ya ku ev projeyê wê rê li ber veke. Wan xwest ku ji bo diyarkirina cihê devera depokirina çopa hişk û çêkirina wê rêveberiyeke demokratîk esas be. 

Qederê 40 aktîvîstî pankarta li serê “Tesîsa Çopê: Projeya dijdemokratîk û Xirakirina Xwezayê” nivîsandî, hilgirt. Ji şaredarên amade, tenê şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul çû cem aktîvîstan û bi wan re peyivî, guh da daxwazên wan. 

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji şaredarê Dêrsimê yê li şevê amade hat xwestin dev ji projeyê berde. Bi destûra organîzatoran, li ser navê aktîvîstan Ercan Ayboga ji xelkê re peyivî. Ercan Ayboga 7 daxwazên aktîvîstan îfade kirin û got, ew nexasim dixwazin cihê tesîs lê wê were çêkirin, bê guherandin û ji bo diyarkirina cihê nû û avakirina tesîsî çanda demokratîk esas bê girtin. 

Li Tulukê, heger tesîsa depokirina çopa hişk bê çêkirin, wê sîstema ekolojîk a Tuluk û 9 gundan welê xira bibe ku careke din nebe weke berê. Ji ber projeyê wê 55 hezar dar bên birrîn. Platforma Hawîrdorê ya Kirmizidagê li Dêrsimê û li Ewrûpayê li dijî projeyê berxwedanê organîze dike. 

RUSSELHEIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.