- Şêniyên gundên Xezêne, Mehbab û Dereşkewt ên Dola Reqe ya ser bi bajaroka Serkepkan a Ranya bi bêr û teviran riya gundên xwe nû dikin.
Şêniyên sê gundên navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan xizmetguzariyê nake, salene bi xwe bi bêr û teviran riya gundên xwe nû dikin. Şêniyên gundên Xezêne, Mehbab û Dereşkewt ên Dola Reqe ya ser bi bajaroka Serkepkan a Ranya bi bêr û teviran riya gundên xwe nû dikin. Çalên li ser rê tîje ax dikin û cihên xerab bûyî çêdikin. Ev hersê gund nêzî 40 kîlometreyan li navenda Ranya dûre. Salên borî rê ji aliyê kompanyayê ve hate qîr û beton kirin. Lê, riya gund tam negihîşte nava gund. Lewma di dema baranbarînê de ji bo welatiyan astengî çêdibe.
NAVENDA NÛÇEYAN