- Piştî Fermana 74´an a li dijî Êzîdiyên Şengalê, nivîskar û şairên Kurd berhemên li ser qirkirinê, êrişên bi armanca qirkirinê yên DAIŞ´ê hin berhem derxistin û hem behsa êş û azarên ji ber fermanê û hem jî behsa berxwedanê kirin.
Bi wêjeyê Fermana 74´an
Fermana 74´an a bi ser Êzîdiyan de hatî, 3´yê Tebaxê veguherand rojeke bibîranîna qirkirinê. DAIŞ´ê 3´yê Tebaxa 2014´an de êrişa xwe ya qirkirinê bire ser Şengalê. Wê ev êrişa xwe bi dewleta Tirk re koordîne kir û pêşmergeyên PDK´ê jî Şengal bi cih hiştin û bûn sedem ku bi hezaran Êzîdiyên Şengalê bên qetilkirin, bi hezaran jin û zarok bên revandin û kolekirin. Ha vê fermanê şûn û şopên xwe li ser wêjeya Kurdî hiştin. Lewma wêjeya Kurdî di heman demê de çavdêriya serdema xwe jî dike. Qirkirin û komkujiyên mezin ên li dijî miletê Kurd ên weke Dêrsim, Zîlan û Enfalê di wêjeyê de şopa xwe hiştibin jî di sedsala 20´an de nekarîn bi rastî kuliyateke berfireh li pey xwe bihêlin; hê nû di sedsala 21´ê de kuliyateke bi vî rengî hêdî hêdî ava bû. Li vir em ê cih bidin berhemên wêjeyî yên bi Kurdî yên li ser Şengalê.
Bi helbestê bû dengê Şengalê
Rojhat Xemgîn girtiyekî azadiyê ye ku ev 23 sal in di hepsê de ye. Wî bi kitêba xwe ya helbestê ya bi navê ‘Xemeke Giran e ŞENGAL’ bi helbestê berê awira xwe daye Fermana 74´an. Ew bi helbesta xwe hewl dide bibe dengê êş û azarên bi Fermanê hatin serê Şengal. Kitêba wî 2015´an ji weşanên Sîtav derçûbû.
4 romanên bi Kurdî
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Medenî Ferho bi romana xwe ya bi navê ‘Selwa’ sala 2018´an -ji weşanên Do derçû- bi heman mijarê dadikeve. Ew bi tiştên tên serê Selwayê, hewl dide fermana li jinên Êzîdî yên ku DAIŞ´ê revandine rabûyî, rave bike.
Yildiz Çakar jî bi romana xwe ya bi navê ‘Ev Rê Naçe Bihûştê’ ya par Weşanên Lîsê derxistî, bi heman mijarê dadikeve. Di romanê de navên Êzîdî û Şengalê hîç nayên hildan, lê dîsa jî serhatiya Şemsîxanê tê gotin, Şemsîxan jî yek ji êsirên DAIŞ´ê ye.
Romana Luqman Silêman a bi navê ‘Şengal’ê sala 2017´an ji weşanên J&J derketibû.
Romana Azad Araratî, ‘Şengal-Vejîna Çilmêran’ ya ji 9 beş û 117 rûpelan sala 2018´an ji weşanên Aryen derketibû. Nivîskar di romanê de serdema beriya Fermanê, dema fermanê û berxwedana piştî fermanê bi awira ferdên malekê dibêje. Di ser vê mala ku her nefsa wî bi deverekê ve pekî, nivîskar hewl dide fermana bi ser Êzîdiyan de hatî rave bike.
Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?
Kitêba Ronî Stêrk a îsal ji weşanên Lîsê derçûyî bi çîrokên cihê ji aliyên cihê ve bi fermana 74´an dadikeve. Navê çîroka bi navê ‘Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?’ li kitêbê jî hatiye kirin. Di vê çîrokê de nivîskar wan gotinên zarokê westayî ji destê DAIŞ´ê xilaskirî, yê ku berê xwe dida rojnamevanan û dipirsî ‘Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?’ bi bîr dixe. Diyar e ku van gotinan tesîreke mezin li nivîskarê vê kitêba çîrokan jî kiriye.
Kitêba şair û nivîskar Receb Dildar a sisiyan kitêbeke çîrokan bû û bi navê Kitana Spî ji Weşanên Nûbihar sala 2015´an derçû. Di 112 rûpelan de Receb Dildar 6 çîrok bi cih kirin. Receb Dildar, tevna çîrokên xwe bi ta û rîsê bûyerên dilsojkî hûnandiye. Di Lal, Ronak, Kitana Spî, Kalemêrê Çiyayê Şengalê, Masîvanê Mûnzûrê, Şîn û şahî de ew cih dide Şengalê jî.
Mijar Şengal e nivîskar ne ji Şengalê ne
Nivîskarên kitêbên li jor bi qasî em dizanin ne Êzîdî ne, û heke em şaş jî bin, em jê piştrast in ku ne Şengalî ne. Wan ne yekser şahidî li qirkirinê kir; yan ji zindanê yan ji bajarê ew lê yan jî li Ewrûpayê wan şahidî lê kir. Hinek jî piştî berxwedana Şengalê demekê li Şengalê man û bi şahidan re peyivîn. Piştî qirkirinê, ji ber ku malbatên şengalî penaber bûn û xwe avêtin gelek welatan, wan keys lê anî ku bi şahidên fermanê re bi peyivin.
NAVENDA NÛÇEYAN