- Filma 'Gava şitil mezin dibin' serpêhatiyeke major ango “Şerê Kobanê” ku ew şerê neteweyekê bû, bi awayekî mînor vedibêje. Em jî bi vî awayî fêhm dikin ku li Kobanê tenê ne heqîqetek, lê her wiha gelek heqîqetên din jî hene.
ARDÎN DÎREN
Alfred Hitchcock sînemayê wiha pênase dike, “Sînema, ew jiyan e ku hûrgiliyên wê hatine qutkirin”. Yek ji senarîstên “Rastbîniya Nû” ku di heman demê de senarîstê filma “Dizên Bisqilêtan' ê navdar e, ango Cesare Zavattinî jî esas bersivê dide wî û dibêje, “Sînema, ew hûrgilî ne ku hatine paşguhkirin.”
Piştî şoreşa Rojava bi avabûna Komîna Film a Rojava re gelek film, belgefilm hatin çêkirin û her wiha perwerdehiya li ser sînemayê jî li Rojava xurt bû. Ev geşedanên gelekî baş in û di nav van salên dawiyê de filmên ku prodûksiyona wan pirr mezin in, hatin çêkirin. Meriv dikare filma “Ji bo Azadiyê” , “Dema Dirîreşkan” û “Kobanê” weke nimûne nîşan bide û vê bipêşketinê bibîne. Ez vê bipêşketinê xerab nabînim û dizanim ev film tev di nav şert û mercên dijwar ango şer de hatine çêkirin. Her wiha ew şitlên sînemaya Kurdî ne ku şax didin. Lê li gorî derfetan divê meriv serpêhatiyên şer bi awayên din jî nîşan bide. Ji lewre, ev filmên ku min li jor navê wan hilda, serpêhatiya şer bi giştî vedibêjin, yanî ew xwe dispêrin pevxistineke major a serpêhatiya şer. Li ser vê meseleyê, ez dixwazim behsa filma “Gava şitil mezin dibin” bikim. Li gel ku ew jî serpêhatiyên şer vedibêje, bi ya min ev film bi şêwaza xwe ji van filman cudatir dixuye. Serpêhatiyeke 'major' bi awayekî 'mînor' vegotiye. Yanî ew jî behsa şer dike, lê bi hûrgilî, pevxistin û çîroka xwe cuda ye. Ev hêla filmê dike ku meriv bi çavekî din nêzî filma “Gava şitil mezin dibin” bibe û ji wan filman cûdatir binirxîne.
Şahidiya şer ya di rojekê de
Filma “Gava şitil mezin dibin” di rojekê de derbas dibe. Esas, meriv dikare bibêje filmeke rê ye. Huseyin û keça xwe li erdeke bejî ya bê av, hewl didin darên fêkiyan biçînin. Film bi avdana van daran dest pê dike û paşê jî rêwîtiya wan a ber bi bajarê Kobanê ve dewam dike. Di hêla wext û şêwaz de filmê ev rê ji xwe re hilbijartiye. Filmên ku di rojekê yan jî şevekê de derbas dibin, gelek in di dîroka sînemayê de. Karakterê bi navê Huseyin ku li gundekî derûdora Kobanê dijî, tevî motoreke xwe ya piçûk diçe Kobanê, mast difiroşe. Keça wî ya piçûk jî wê rojê bi awayekî tesadûfî pê re diçe bajêr. Em dibin şahidê rojeke Huseyin. Yanî di rojekê de em xwe li motora Huseyin siwar dikin û bi wî re em jî dibin şahidê gelek tiştan. Her wiha em dibin şahidê serpêhatiya şerê li Kobanê û her wiha rewşa heyî ya a niha li Kobanê diqewime jî. Yanî her çiqas rêwîtiya Huseyin, keça wî û Hemûdê li peş be jî di paşxaneya filmê de encamên şer, pergala niha li Kobanê hatiye avakirin û jiyana rojane ya Kobanê heye.
Film yekser behsa şer nake
Ji lewma Huseyin leqayî kê tê, ew jî xwedî serpêhatiyek e, di her rêyê de ya ku Huseyin tê re diçe, dike ku em rasta xelkê Kobanê bên û em bi xêra serpêhatiya van kesan hîn dibin ka li Kobanê çi qewimiye. Ev şêwazeke xurt e, yanî film yekser behsa şer nake, lê behsa wan serpêhatiyan dike yên ku şer li pey xwe hiştine. Behsa serpêhatiyên li kêleka şer mayî dike. Film ji komkirina van serpêhatiyan pêk tê. Ev carna dibe ku li baxçeyê malekê gerîlayekî kevn, carna jineke keserkûr ya li bin darekê û carna jî dibe hosteyekî şekalan ê bîra rastiya şer dibe. Carna di nav meseleyên major de hûrgiliyên 'mînor' winda dibin, lê li gorî min huner bi van detay û hûrgiliyan dikare xwe estetîze bike û çîrokekê bi xweşikî vebêje da ku temaşevan jî bi qedrê vê çîrokê zanibin.
Şexsî polîtîk e polîtîk jî şexsî ye
'Gava şitil mezin dibin', serpêhatiyeke major ango “Şerê Kobanê” ku ew şerê neteweyekê bû, bi awayekî mînor vedibêje. Em jî bi vî awayî fêhm dikin ku tenê ne heqîqetek, lê her wiha gelek heqîqetên din jî hene li Kobanê. Di huner de 'mînor' li pey van heqîqetan diçe. Jixwe, di sînema û wêjeyê de jî 'mînor'î maneya wê ew e ku ji derveyî heqîqetên mezin ango rastiyên major, di jiyanê de hin rewşên 'mînor' jî diqewimin. Li ser vî bingehî meriv dikare bibêje, êdî “tiştên şexsî polîtîk û tiştên polîtik jî şexsî ne.” Yanî jiyana 'mînor' a Huseyin, Zelal û Hemûdê û her wiha yên kesên ku em di filmê de leqayî wan tên jî, têra xwe polîtîk in. Meriv dikare bi vî awayî jî dijwariya şerekî vebêje û bide fêhmkirin. Jixwe, êdî li dinyayê jî kes rasterast propagandaya hin tiştan nake, sînema bi hêz û şêwazên xwe yên dewlemend, gelek rêyên din jî bi pêş meriv dixe, û meriv dikare bi van şêwazan dîsa derdê xwe vebêje; bêyî ku meriv xwe li serpêhatiyên mezin biqewimîne û meseleyekê bi giştî vebêje.
‘Ciwan ji avdana dara fêkiyê aciz in!’
Weke mînak meriv dikare behsa serpêhatiya Xalê Simo bike, Xalê Simo şervanekî kevn e ku di şer de lingên wî hatine jêkirin. Ew niha li hewşa mala xwe wexta xwe bi avdana kulîlkan derbas dike û ji rewşa heyî ya ciwanên Kobanê ne razî ye. Rastiyeke wiha nîşan dide; Ciwanên ku hay ji şoreşê tine ne û bi gotina Xalê Simo heta êvarê “vala vala” digerin jî hene, kesên ku naxwazin tevlî komîna gel a li taxê bibin û xelkên taxê dixapînin jî hene. Ji ber ku ew ji vê yekê ne razî ye, gazincên xwe wiha tîne ziman: “Ma berê wisa bû! Dijmin nedihişt meriv darekê jî biçîne. Niha jî kurê min dara ku jê fêkî dixwe, ji avdana wê jî aciz e!” Xalê Simo bi vê gotinê rewşa Kobanê a niha radixe ber çavan. Li vir dixwazim behsa vê yekê bikim, dema şerek bi dawî dibe, gelo li pey xwe çi dihêle? Weke serpêhatiya Xalê Simo gelek hûrgiliyên din jî hene di filmê de ku meriv behsa wan bike. Serpêhatiya Hemûdê jî yek ji van e, wê dê û bavê xwe di şer de ji dest daye û bi tena serê xwe maye. Bi ya min, divê em li serpêhatiyên wiha bigerin û wan vebêjin. Yanî, jixwe ne mumkin e ku civakek bi her awayî pîr û pak be! Hewce ye ev hêlên civakî jî werin dîtin, kêmasî û rastiyên civakê werin nirxandin, ku bi ya min hûrgiliyên piçûk lê pirr, girîng in.
Hûrgilî dimînin di bîra xelkê de
Ji ber van tiştên li jor, divê Komîna Film a Rojava li ser mijarên 'mînor' jî bisekine û bi zimanekî sînemayî binirxîne. Di vir de tişta ku zorê dide me û li hemberî me astengiyan çêdike, avakirina çîrokê ye. Em bi prodûksiyonên mezin filmên ku behsa meseleyên “major” dikin, çêdikin lê divê em prodûksiyona xwe ji filmên wiha re jî veqetînin. Zêdetir bi teqemeniyên mezin û bikaranîna çekan û her wiha sehneyên şer, em dixwazin mijarên xwe vebêjin û şirove bikin. Lê divê ji bilî serpêhatiyên 'major' em li yên 'mînor' jî bifikirin. Em tev dizanin ku serpêhatiyên wiha bi hezaran in. Ez dikarim bibêjim, di sînemayê de serpêhatiyên wiha yan jî hûrgiliyên bi vî rengî, bêhtir hin tiştan di bîra xelkê de dihêlin û nahêlin meriv hin tiştan ji bîr bikin. Ma ne jixwe meseleya me ya sînemayê jî divê “bîr” be! Em hin tiştan nedin jibîrkirin… huner bi xwe jî vê yekê dike.
Xwedîderketina li hûrgliyên paşghukirî
'Gava şitil mezin dibin' ji ber vê hêla xwe serketî ye. Di warê prodûksiyon, lîstikvan û çîrokê de her çiqas hin kêmasiyên film hebin jî, ev hewldana ekîba filmê hêja ye û divê serpêhatiyên bi vî awayî bi zimanekî sînemayê yê xurt werin şirovekirin. Wî çaxî sînemaya me dê li derveyî welat û li festîvalên cîhanê bêhtir bi qîmet bibe û jê bêhtir were hezkirin jî. Tenê ne hezkirin, wekî din dê şoreş jî baştir were fêhmkirin. Ji lewma divê em “li hûrgiliyên hatine paşguhkirin” xwedî derkevin, wan kom bikin û bi rêya sînemayê rave bikin.
‘Mezinbûna şitlan’ ne hêsan e!
Li ser filma 'Gava şitil mezin dibin' cih bi cih tesîra sînemaya Abbas Kiyarûstemî jî heye, hin dîmenên filmê û serpêhatiyên filmê, dike ku meriv sînemaya wî jî bi bîr bîne. Ev yek tesîreke xerab nîne ji bo sînemaya Kurdî, yanî bi hûrgiliyên piçûk û dîmenên pak, em dibînin ku “mezinbûna şitlan” yanî bipêşketina “nifşên nû” li erdeke bejî ya bê av helbet ne hêsan e, ev pêvajo bi xwe re gelek pirsgirêkan jî tîne. Film bi kurtasî ji me re behsa vê tiştê dike. Li gel hêlên rastî ku qewimîne û hîna jî diqewimin, hin hêlên filmê yên metaforîk jî hene ku divê meriv wan bibîne.