- Nivîskara Elmanî Jenny Erpenbeck bi romana xwe ya “Kairos” Xelata Booker a Navneteweyî ya sala 2024’an wergirt. Cara yekeme ku nivîskareke Elman ev xelat werdigire.
Jenny Erpenbeck di romana “Kairos” de behsa evîneke tevlîhev a salên dawî yên Elmanyaya Rojhilat dike. Raman nîşan dide bê ka rastiyên civakî û siyasî çawa xwe li ser jiyana taybet a kesayetan ferz dikin.
Jenny Erpenbeck xelata xwe bi wergervanê xwe yê Ingilîzî Michael Hofmann re par ve dike. 50 hezar sterlînê ku ew ê ji bo xelat were dayîn jî dîsa di navbera her duyan de ew ê were parvekirin. Her wiha nivîskar û wergervanên ku ketine lîsteya dawî ya xelatê jî ew ê her yek 2 hezar û 500 sterlîn werbigirin.
Di juriya îsal de ev kes cih digirtin; William Kentridge, Natalie Diaz, Eleanor Wachtel, Romesh Gunesekera and Aaron Robertson û Hugo Glendinning.
Jenny Erpenbeck kî ye?
Di sala 1967’an de li Berlînê hatiye dinyayê. Di navbera salên 1988 û 1990’î de li Zanîngeha Humboldt a Berlînê perwerdeya şanoyê wergirtiye. Piştî salên 1990’î xwe li Dibistana Hanns Eisler a Muzîkê qeyd dike û ji kesên weke Ruth Berghaus, Heiner Müller û Peter Konwitschny 4 salan fêrî muzîkê dibe. Demekê li Operaya Graz weke asîstanê rejiyê dixebite. Di sala 2008’an de romana xwe ya ewil diweşîne. Jenny Erpenbeck endamê PEN a Elmanyayê ye û niha li Berlînê dijî. BERLÎN