Bi nivîsê civakê diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Îlon 2020 - 22:00

LÎLAV ELÎ
JINNEWS/ŞEHBA

Canyar Nasêr ji Kantona Efrînê ye û li ser girîngiya parastina dîrokê pirtûkek nivîsandiye. Ew lêkolînên xwe jî dewwam dike. Ji bo kitêba xwe ew dibêje, “Parastina dîrokê parastina hebûna civakê ye. Di nava şert û mercên zehmet ên koçberiyê de bi hezkirina dîroka xwe min pirtûkek amade kir.” 
Zarok û ciwanên Efrînê bi armanca zindîkirina dîroka gelê Kurd di nava tevgerê de ne. Canyar Nasêr a 14 salî a ji gundê Kurzêlê ya girêdayî navçeyê Şerewa ya Kantona Efrînê ye, li ser girîngiya parastina dîrokê pirtûkek nivîsandiye û her lêkolînê dike.
 
Ji bo dîrokê mayinde bike
Canyar dibêje, lil dijî zehmetiyên jiyana koçberiyê wê, hewce dîtiye kitêban bixwîne, nûbûnekê ava bike û paşê wiha dewam dike: “Dewletên desthilatdar xwestin dîroka Gelê Kurd bidin helandin û ji holê rakin. Min zêdetir pirtûkên dîrokî dixwendin, xwendina pirtûkan jî kirin ku hestên min ber bi nivîsandinê ve biçin. Her wiha bi naskrina dîrok û rêûresma gelê Kurd ez pir şanaz bûm ku keçeke Kurd im. Ji bo vê yekê jî ji bo ku careke din dîroka xwe ya pîroz mayinde bihêlim û ji her kesî re bibêjim min pirtûkek li ser dîroka Mezopotamyayê amade kir. “
Canyar îşaret bi cihê miletê Kurd li Mezopotamyayê dike û dibêje, “Bi nivîsandina pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîroka Mezopotamyayê’ min dîroka xwe ya rast ku ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatibû reşkirin, nas kir. Di Mezopotamyayê de jiyana komînal û li şûna şer hezkirin heye.”

Nivîsandina dîrokê parastina civakê ye
Gava kitêb nivîsiye Canyarê rojê çar saetên xwe ji nivîsê veqetandine, di dema mayî de jî lêkolîn kiriye. Ew dibêje, “Pirtûka min qederê 62 rûpelan dirêj e. Her wiha tevî şert û mercên koçberiyê, min pirtûka xwe di  nava du mehan de bi dawî kir. Min behsa beşên Mezopotamyayê, taybetmendiyên netewên li wir, destketî, zor, zehmetî û pêşketinên ku Gelê Kurd dîtine, anî ziman.”
Canyar di dawiyê de dibîje, “Ji ber ku parastina dîrok û nivîsandina wê parastina civakê ye, her dem dewletên desthilatdar bi rêya amûra kapîtalîzmê xwestine me ji dîrokê dûr bixin û bi tiştên ku dikeve bin xizmeta wan, bandorê bikin. Ji bo wê jî da ku em dîroka xwe biparêzin em ê her pirtûkan bixwînin û amade bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.