Lai Chi-wai hildikişe çiyayan û avahiyên bilind ên bajaran. Lê ew ne weke gelekan bi rehetî hildikişe, lewma ew ji herdu lingên xwe jî seqet e. Ew bi kursiyê xwe yê seqetan hilkişiye avahiyeke Hong Kongê ya 250 metroyan bilind. Lai Chi-wai yê 37 salî, beriya bi deh salan di qezayeke erebeyan de ji navtengê û jêr ve felc bûbû. Hilkişîna wî ya bi avahiya 250 metroyan bilind ve şemiya bihurî 10 saetan kişand. Wî bi sponsorî û destekên ji bo vê hilkişîna xwe ya bi avahiyê ve pereyên bi destketî hemû bexşandin, nexweşên felcî.
Beriya Lai Chi-wai seqet bibe, ew hildikişiya çiyayan û piştî qezayê wî dev ji vê spora xwe berneda.
HONG KONG