Li gelek bajarên Elmanyayê ji ber tevdîrên li dijî şewba koronayê çalakiyên hunerî pirr sînordar bûn. Lê sehneyên li derve ne di nava salonan de bûn hewareke piçûk ji bo hin çalakiyên hunerî. Li bajarê Augsburgê jî fermî Festîvala Çandan hat betalkirin, lê belê di çarçoveya Cejna Aştiyê û Augsburger Stadtsommer de hinekî hisa festîvalê bi mirovan re hat çêkirin. Pêr Girisha Fernando konsera xwe li ser dika li derve da; mêvan dûrî hev rûniştin. Tim Allhoff jî li piyanoyê da û çar parçe lêxistin. Ji bo pirrçandîbûna Festîvala Çandan hinekî di konserê de bide der, hema piştî wî stranbêj Aylîn Yildirim bi dengê xwe yê zîz du stranên bi Kurdî gotin. Karolina Cicha bi muzîka ji rojhilatê Lehistanê kir ku bêhtir bêhna ji festîvalê ji konserê bê.
Orkestra Fîlarmoniyê ya Augsburgê jî kir ku Augsburgî bi newa û melodiyên pirr înstrumanan tamişkî bibin.
AUGSBURG