Bi keleşan dijî tanqan

Çarşem 14 Çile 2026 - 15:00

  • Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rojan li hember bi hezaran çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk berxwedanek meşand. Ji fermandara taxê Tolhildan Cûdî behsa kêliyên berxwedanê kir û got: “Hemû heval û gel bi keleşên xwe li dijî tanqan sekinîn.”

Li kolanên ku pola lê dişewitî, dengê pêlên tankan bi lingên zarokan re tevlihev dibû, dema ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din teslîmbûnê red kirin. Li şûna ku li hember rojên dorpêçkirinê, çekên giran, birçîbûn û astengiyan paşve vekişin, gel xwe bi îradeya xwe parast. Ji ciwanan bigre heya kal û pîran, jin, ciwan, kal û pîr û zarok; hin li ser bendan, hin birîndaran hildigirtin û hin jî bi dengê xwe berxwedanê bilind dikirin, bûn beşek ji vê berxwedana dîrokî.

Ev berxwedan ne tenê parastineke leşkerî bû. Bi jinên di pêş de ku bi fedakariyên xwe berxwedanê bi rê ve dibirin û rêberî dikirin, ev helwest temsîla xeta rizgariya jinan a Şoreşa Rojava li kolanên Şêxmeqsûd bû. Yên ku teslîmbûnê red kirin ne tenê ew kesên ku çek digirtin bûn; her kesê ku nanê xwe li malê parve dikir, birîndaran hembêz dikir û digot "em li vir in" û ev bû dirûşma vê berxwedanê.

Li taxên ku şeş rojan dorpêçkirî bûn, gelek kesên ku bi kalaşnîkovan li dijî tankan rawestiyan careke din nîşan dan ku îrade bi çekan nayê têkbirin. Tiştê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî, wek rastiyek ku di tariya şer de radibe hate tomarkirin: li van axan teslîmbûn tuneye; gelek hebûn ku jiyan, rûmet û îradeya hevjiyanê diparastin.

Piştî berxwedana 6 rojan a şervanên her du taxan ku li dijî 42 hezar çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker, tank, top û SÎHA’yên wan ên tirsonek rawestiyan, birîndarên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin veguhestin.

Dema ku ji bo dîtina birîndaran me berê xwe da nexweşxaneyê, kelecana şervanên ku bi berxwedana xwe mirinê kuştin bala me kişand. Ji fermandara taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Tolhildan Cûdî behsa kêliyên berxwedanê û sekna fedaî a gel û şervanên taxan kir.

Tolhildan Cûdî bi kenên xwe û hêza ku ji berxwedanê girtiye pêşwaziya me kir û dest bi axaftina xwe kir: “Rastiyek gelê me yê Şêxmeqsûdê heye. Berxwedaniya Helebê ne berxwedaniyek salek û dû sal in. Berxwedana 14 salan heye. Dîroka berxwedana Şêx Meqsûdê mohra xwe li tevahî berxwedana Şoreşa Rojava daye. Şerê Gel ê Şoreşgerî li wir destpê kir. Hêzên li wê derê bi hêza leşkerî û hêza gel ve bûn yek heya niha ev 14 sal in ku li ber xwe dida, çavkaniya xwe ji wê girt ku gel dev ji şervanên xwe berneda. Bi taybetî vê dawiyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşiya Colanî ket meriyetê, dorpêçekî giran hebû. Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qadeke wiha berfireh nîne. Derdora wê bi tevahî dorpêçkirî ye.”

Jiyana bi hev re û komînal a li taxê

Tolhildan Cûdî behsa jiyana bi hev re ya gelên li her du taxan kir û got: “Li wan taxan ne tenê gelê Kurd heye. Gelê Ereb, Suryan û Turkmen jî heye.” Tolhildan Cûdî got “Mirov li Şêxmeqsûdê ferq û cûdahiya di navbera gelan de nabîne. Hemû weke xwişk û bira bi hev re dijiyan” û li ser zehmetiyên ku salên dirêj bi polîtîkayên ambargo yên rejîma Baasê ya hilweşiyayî û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê jiyaye, wiha anî ziman: “Tevî ku ewqas zehmetiyên jiyanî yên ji ber rêgiriyê hebû jî, xwestek û daxwaza wan, jiyana bi hev re bû. Di milê aborî de nedihiştin tişt werin derbasî taxê bibin. Pêvajoyên zivistanê nehiştin mazot derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ji ber ku dixwestin wî gelî di qirkirinê re derbas bikin, koçberiyê bikin û gel dev ji Şêxmeqsûdê berde. Siyasetek pir sinsî, pir dijwar hat meşandin. Lê ev siyaseta dewleta Tirk e. Ev hemû tişt bi destê dewleta Tirk hat kirin. Yê ku dixwest gel parçe bike, gel birçî bihêle, koçber bike, dewleta Tirk e. Me pêvajoyên şerê DAIŞ’ê jî dît. DAIŞ ne ewqas hêzek perwerdekirî ye ku di asteke herî jor de bikaribin êrîş bikin. Lê vê dawiyê hêzên di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de heyî, bi hezaran leşkerên ku dihatin, tarzê leşkerê dewleta Tirk bû. Tê, lê dide û di bin de tîm tîm xwe bicih dike, ev tarzê dewleta Tirk e.”

Tolhildan Cûdî dema ku behsa berxwedanê û sekna bi vîn a gel dike dibêje: “Kêliyên gelek hêja bûn.” Tolhildan Cûdî balkişand ser dijwariya êrîşan û wiha domand: “Êrîş pir cûda bû, dibe ku dilê derdorê li ser me be. Kesên ku di nav berxwedanê de ne tu car hestên mirinê najîn, tu car hestê teslîmbûnê najîn. Ji bo ku teslîm nebin li ber xwe dan. Digel ku pir çekên giran jî di destê me de nebû. Heval bi keleşê li hemberî tanqê şer kirin. Yanî ji bo mirov bikaribe li dijî tanqekî şer bike gerek çekên xwe yên cûda hebe. Lê em ne wisa ne ku çekên me yên cûda û giran hebe. Lê ew tanq jî tirs nexistin dilê gel û şervanan.”

Di nav berxwedanê de bi dehan şervan ji bo tankan rawestînin di destê wan de çi hebe girtin û berê xwe dan wan kujerên ku ji bo tunekirina wê jiyana komunal a li taxê sond xwarîbûn. Tolhildan Cûdî li ser sekna fedaî ya şervanên taxê jî got: “Gelek kesên fedaî derketin û li ber çavê me zindî zindî me wan didîtin bombeyên xwe digirtin destê xwe û digotin ‘em ê biçin xwe di tanqê de biteqînin’. Ev rihek e, ev fedaîtî ye. Li kêleka vê noqteyên ku hêzên me yên ewlekariyê tê de diman, dijmin derdora wan dorpêç kiribû jî. Piştî dorpêçê jî dijmin dibêje werin teslîm bibin. Lê bila qisûrê mêyze nekin kes teslîmî wan nabe. Yên ku pêşengiya vê jî kirin, hevalên jin bûn. Yên ku teslîmiyetê qebûl nekirin jî hevalên jin bûn. Û li kêleka wan hevalên xort jî.”

Tolhildan Cûdî behsa kêliyek ji berxwedanê kir ku dirûşmek hêzê daye şervanan û wiha behs kir: “Carna rastiyên şer hene ku di nav şer de bêdengiyek çêdibe. Dema ew bêdengî çêdibe mirov dibêje gelo bi rastî çi dibe, wê çi bibe, çawa bibe. Hevalên mirov, ji axaftinek mirov re, ji tevlîbûna mirov re, bi bandor dibin. Carna baş jî bandor dibin, carna neyînî jî bandor dibin. Êrîş li taxên din gelek dijwar bûn. Heval di nav pevçûnê de bûn, hevalên me jî li jêrê bûn. Min jî lê nihêrt bêdengiyek heye, min got ka qerebalixiyê bikin. Ez derketim ser banî min got ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê’. Min lê nêrî ji her derê deng derket. Hemû heval dibêje qey li benda tiştekî wiha bûn. Paşê li ser destikê heval pirsîn gotin ‘ka çi heye li milê we’. Min jî got ‘ma ne em zarokên Şêxmeqsûdê ne, divê em Şêxmeqsûdê biparêzin’. Ew dirûşme jî hestekî cuda dide mirov. Ew ê tu car neyê jibîrkirin. Hêzên me û gelê me dê bi berxwedana xwe her mînak bin.”

NÛJINHA/HESEKÊ/BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.