Dayikên Aştiyê: Êrişan rawestînin

Çarşem 14 Çile 2026 - 14:00

  • Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên çeteyên giredayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê destnîşan kirin ku destê Tirkiyeyê jî di êrişan de heye û gotin ku ew ji bo ji rêyedaran re bêjin ‘Li gorî pêvajoyê tevbigerin’ û êrişan rawestînin.

Dayikên Aştiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li dijî êrişên komên çeteyên giredayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê. Dayikên Aştiyê li pêşiya avahiyê Wezaretê Karên Dervê kom bûn û bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re dan. Dayikên Aştiyê li ber Wezaretê Wezîrê Karên Dervê bang li Hakan Fîdan ê gefan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, kirin û îstîfaya wî xwestin. Dayikên Aştiyê piştî çalakiya xwe li Enqereyê vegeriyan bajarên xwe. Dayik bi peyama li Enqereyê dane destnîşankirin ku heta êriş bên rawestandin û aştiyeke mayinde pêk were ew ê çalakiyên xwe bidomin.

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz ku ji Stenbolê bi daxwaza rawestandina êrişan hatibû Enqereyê bi lêv kir ku ew li dijî şer in û ev tişt gotin: “Em dibêjin êdî bes e bila şer nebe. Aştiyeke mayindê pêk were. Em ji bo aştiyê hatinê lê ew daxwaza aştiyê jî asteng dikin. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelê me qetil dikin. Em jî hatin Enqereyê ku peyama aştiyê bidin û bêjin van êrişan rawestînin û bila şer bisekine. Ew çi bikin jî em ê di daxwaza xwe ya aştiyê de israr bikin.”

Ji Dayikên Aştiyê Zeynep Bernîz jî li Silopiyayê li dijî êrişên hatibû Enqereyê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Çawa li Silpiyayê di şerê bajaran de taxên me hatinê bombebarankirin niha jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tax hatin bombebarankirin. Niha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî weke Silopiya û Cizîrê di bin êrişan de ne. Bi hezaran kes şandinê li 2 taxan. Em jî dixwazin li Enqereyê re peyamê bidin bêjin li gor pêvajoyê tevbigerin van êrişan rawestînin. Zarok, pîr û kalan qetil dikin. Em naxwazin bila kes bê kuştin. Bila aştiyeke mayindê pêk were.”

Dayika Aştiyê Emîne Erbay jî diyar kir ku ew ji bo pêşî li komkujiyan bigirin hatinê ku dengê xwe bigihînin rêyedarên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Destê Tirkiyeyê jî di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye. Em dibêjin aştî lê li ku ye aştî? Em dibêjin aştî lê ew zilm û zorê dikin. Em dixwazin xwîn bisekine.”

AW/ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.