Bi hilkişîna çiya ciwantir dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:35

  • Nick Gardner 81 salî ye, lê ew dikare 1000 metre ber bi çiya ve hilkişe û li serê çiya li ewran, li dol û newalên jêr temaşe bike. 

Nick Gardner 81 salî ye, lê ew dikare 1000 metre ber bi çiya ve hilkişe û li serê çiya li ewran, li dol û newalên jêr temaşe bike. Gardner, li Îskoçyayê dijî û herî dawî ew hilkişiyaye serê çiyayê “Etive Mor” yê ku li Buachaille dimîne. Gardner ji bo vê hezkirina xwe ya hilkîşîna serê çiya dibêje, “Her car pirr kelecanî dibim, gava hildikişim serê van çiyan ez xwe wek zarokekî hîs dikim.”

Hin hevalên wî û kesên di temenê wî de êdî nikarin bi gopal jî bi rêve herin lê Gardner di vî temenê xwe de wek ciwanekî çalak e û di vî warî de ji xwe bawer e. Di 50 saliya xwe de ew û hevjîna xwe ya bi navê Janet ji Ingilistanê koçî Îskoçyayê dikin. Ciyê ku lê bi cî dibin ji bajêr dûr e. Di sala 2018’an de hevjîna wî Janet bi nexweşiya Alzheimer re rû bi rû dimîne û li gel vê nexweşiyê nexweşiyek din ya bi navê osteoporoz (helandina hestû) jî lê peyda dibe. Piştî du salan rewşa wê hîn bêtir xera bû û diviyabû kesek 24 saetan pê re mijûl bibe û lê binihêre. 

Hilkişîna çiya kir ku ez bi xwe ve werim

Li hember vê rewşa hevjîna xwe Gardner pirr ditengije û nizane çi bike. Herî dawî biryar tê girtin ku hevjîna wî li nexweşxaneyê were bi cih kirin û li wir bimîne. Gardner piştî bi tena serê xwe dimîne ji xwe re li mijûlahiyekê digere. Gardner, “Piştî hevjîna min çû nexweşxaneyê min nizanibû ez çibikim. Em nezî 30 sal bi hevre ma bûn û em pirr hînê hevdu bûbûn. Bi carekê ew çû û ez tenê mam. Hilkişîna çiyayan carek din kir ku ez werim ser hişê xwe. Pêdiviya min bi tiştekî wiha hebû, nexwe ez ê dîn bibûma. Ez bi vê yekê baş dizanim.”

Hedefa wî 282 çiyayên Îskoçya ne

Hedefa Gardner ewe ku ew di 1200 rojî de derkeve ser serê 282 çiyayên li Îskoçya dimînin. Ew heya niha hilkişiyaye serê 87 çiyayan. Ew bi vê hilkişîna xwe balê dikêşe ser nexweşiyên wek Alzheimer û Osteoporoz û pereyên ku kom dike bexşî weqfên ku bi van nexweşiyan re mijûl dibin dike. 

Ji bo vê çalakiya xwe bêhtir belav bike û xelkê pê bihesîne ew Facebook û Instagramê bikartîne. Gardner dixwaze 40 hezar sterlîn kom bike. Ew heya niha 30 hezar sterlîn kom kiriye û dixwaze armanca xwe bibe serî. Ji bo vê yekê jî dibêje ez qet nawestim û heya ew karibe wê hilkişîn xwe ya çiyayên bilind bidomîne.

EDINBURGH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.