Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) got, li Dernayê ji ber lehiyê herî kêm 30 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. IOM rêxistineke ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ye; got, Yekşemê bi şev piştî ku bandora bahoza Danîel qediya, li ser rewşa li rojhilatê Lîbyayê raporek weşand.
Di raporê de hate ragihandin ku li Dernayê "Herî kêm 30 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.”
Servîsa lezgîn a hikûmeta li Trablûsê ku li qada navneteweyî tê naskirin, diyar kir ku li bajarê Dernayê yê li rojhilatê welêt ji ber lehiyê herî kêm 2 hezar û 300 kes mirine. Tê texmînkirin ku bîlanço giran bibe.
Çavkaniyên cihê niha behsa 5 hezar miriyan dikin û heman çavkanî dibêjin 10 hezar kes jî wenda ne.
Berdevkê Servîsa Rizgarkirinê û Rewşa Lezgîn a Lîbyayê Ûsame Alî diyar kir ku ji ber bahoza Daniel di lehiyê de 7 hezar kes birîndar bûn û zêdeyî 5 hezar kesan jî wenda ne.
Li gorî Ûsame Alî ji ber bahozê li bajarok û bajarên din ên li rojhilatê Lîbyayê herî kêm 65 kesên din mirine.
Rayedarên hikûmeta hevrik a li rojhilatê Lîbyayê jî dibêjin, li bajarê Dernayê yê ku 100 hezar kes lêî dimînin, 'Bi hezaran kes' mirine. Li gorî Xaça Sor jî hejmara kesên mirine “gelekî zêde” ye.
Rayedarekî ji Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî (IFRC) diyar kir ku zêdeyî 10 hezar kesan winda ne.
Serokkomariya Fransayê ragihand ku wan nexweşxaneyeke sehra şandiye herêmê da ku karibe rojane 500 kesî derman bike.
Lîbya xwedî çavkaniyên herî dewlemend ên petrolê yên Efrîkayê ye, ji sala 2011'an ve, yanî ji dema hilweşandina rejîma Muemmer Qeddafî bi destê NATO'yê ve di nava kaosê de ye. Li duparçebûna welêt weke rojhilat û rojava dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN