- Peykerekî Ai Weiwei di dema vekirina pêşangeha wî ya nû de hate şikandin. Peykerê bi navê “Porcelain Cube” ji hêla Vaclav Pisvejc ve bi zanebûn hate şikandin. Hate zanîn ku ev ne çalakiya yekem a Vaclav Pisvejc e.
Ai Weiwei li Bologna, Palazzo Fava pêşengeheke taybet a bi navê “Who am I?” vekir. Lê di dema vekirina pêşangehê de kesê bi navê Pisvejc ku 57 salî ye berhema wî ya hunerî ya bi navê “Pocelain Cube” şikand. Pisvejc berê jî êrîşî berhemên hunerî kiribû. Ji ber sûcên bi vî awayî ango êrîşa berhemên hunerî Pisvejc hate girtin. Nehat zanîn bê ka Pisvejc bi çi awayî ketiye avahiya ku pêşangeh lê hatiye lidarxistin.
Ai Weiwei ji bo vê êrîşa Pisvejc got; “Hêvî dikim bi parçeyên porselen ên peyker xwe birîndar nekiribe.” Pêşangeha Ai Weiwei weke ku hatibû plankirin vebû. Her wiha wêneyekî peyker ê beriya şikestinê jî li cihê pêşangehê hate deleqandin û bi vî awayî peyker hate nîşandan.
BOLOGNA