Bi du belgefilman Enfal bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Nîsan 2026 - 14:00

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê du belgefilmên li ser tawanê enfalê hatin nîşandan. Derhênerê belgefilman da diyarkirin ku ji ber nebûna wêne, dîmen û belgeyan wan nekarîne wek tê xwestin enfalê nîşanî cîhanê bidin.

Li salona Bîrdariya Enfalê ya Çemçemalê bi amadebûna kesûkarên enfalkiryan û hin şahidên enfalê, du belgefilmên ku naveroka wan li ser vegotina êşên enfalê bûn, hatin nîşandan.

Beriya belgefilm werin nîşandan, deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre Rêveberê Bîrdariya Enfalê ya Helebceyê Habîl Hacî Ehmed axivî û got: “Îro bi rêya nîşandana du belgefilman wê êşa ku li girtîgeha Tobazawa û Nugreselman werin nîşandan. Belgelfilm ji aliyê Mihemed Seyde û Hêmin Hesîb ve hatine amadekirin.”

Piştre derhênerê belgefilman Mihemed Seyde axaftinek kir û got: “Rejîma berê ya Baas bi awayek hovane û veşartî enfalê pêkanî. Ji ber wê gelek kêm belge li ser vî tawanî hene. Bi taybetî dîmen û wêneyên wê demê gelek kêmin. Ji ber wê qada sînema û belgefilm gelek giring û bi bandore. Em dikarin bi rêya film û sînemayê dosya enfalê zêdetir bidin nasandin û bikin ku enfal wek jenosîd were naskirin. Ji berku enfal pêvajoyekî ji bo qirkirina gelê Kurd bû.”

Di dawiyê de jî her du belgefilm hatin nîşandan. Naveroka belgefilman li ser trajedî û êşên ku di dema enfalê de hatin kişandin bûn.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.