Bi devoka berferatê stranan dinivisîne

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Cotmeh 2021 - 01:18

  • Hasane Maxsî (Hasan Yırtlaz) sala 1967’an li gundê Maxson ji dayik bûye. 

FIRAZ BARAN

Hasane Maxsî (Hasan Yırtlaz) sala 1967’an li gundê Maxson ji dayik bûye. Ev gund ser bi Markazê (Pazarcik a ser bi Mereşê) ye. Ew sala 1989’an penaber bûye û çûye Swîsreyê. Piştî çar salan jî li Elmanyayê bi cih bûye. Ji hingê ve ew li Elmanyayê, li bajarê Friedrichshafenê dimîne. Hesenê Maxsî zewiciye û zarokekî wî heye. Ew bi devoka berferatê stranan dinivîsînê û awazan datîne. Hetanî îro nêzî 60 stran û awazên wî hene. Mijarên stranên wî xerîbî, zozan, gund, koçberî û evîn in.

‘Hûnê herin, mirin heye, mayîn heye’

Bapîrê Hesenê Maxî, Olî Cime dengbêj bû. Wî jî destanên Memê Alan, Siyabend û Xecê û wekî din digotin. Olî Cime sala 1990’î, di 86 saliya xwe de kiras diguherîne. Gora wî li gundê Maxsonê ye. Dema ku Hesenê Maxsî biryarê dide pena xwe bibe Ewrûpayê, sala 1989’an ew diçe cem bapîrê xwe da ku jê xatirê xwe bixwaze. Bapîrê wî Olî Cime jê re dibêje, “Hûn ê herin. Mirin heye, mayîn heye.”

Piştî 20 salan Hesenê Maxsî rojekê li xerîbiyê bêriya bapîrê xwe dike û keserê dikişîne. Wê gavê peyvên jêrîn tên meydanê û ew awaza vê helbesta xwe çêdike;
 
Am sirgûn kirin la nov diyon
La du ma kolik pîre ma gîron
Am balov kirin la Awrûpê
Bore giron dona sar piyon

Yoyla ma yê bar du çiyona
Lê da gari barx i miyona
Ma la şino xwa hişt am hotin
Yoylê moye bê xwodona

Wa re katim şavako torî
Barfako sor la mi borî
Az nosakinim aze harim
K’az biwînim roko ronî

Her welat û zozanên Engîzekê

Yek ji stranên Hesenê Maxsî bi navê “Harmonî” ye. Hesen bi xwe gotin û mûzîk ji stranê re çêkirine. Li ser stranê dibêje, “Jiyan li ser dijberiyan ava bûye. Lê dijberî ne dijminên hev du ne. Min got, ez binivîsînim. Ka, ji dilê min çi gotin derdikevin?” Piştî vê fikrê Hesen dibîne ku 30 sal jî derbas bibin, tarîfên wî li ser erdnîgariya welat û zozanên Engîzekê ne. Ev helbesta jêr jî bi van hestan derketiye holê;

Havîn tune bin zivistan nabin
Derd tune bin derman nabin
Ku du dilan ji hev hez kir
Ji hev dûr bûn dil têr nabin

Çolên bi saz bê av nabin
Mazîle dûr bê gav nabin
Ku du dile sadix e li ku ne
Ji hev dûr bûn dil têr nabin

Yoyle bi sar bê ba nabin
Kadîne gundan bê ka nabin
Ku du dil ketine rêyakê
Ji hev dûr bûn dil têr nabin

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.