- Li dinyayê serkkomarê herî ciwan yê Şîlî Gabriel Boric dihat zanîn lê piştî Îbrahîm Traore serokkomariya xwe îlan kir ew bû serokkomarê herî ciwan yê li dinyayê ku niha li ser kar e.
Li Burkîna Fasoyê darbeyek pêk hat û di encama darbeyê de fermandarê bi navê Îbrahîm Traore ku 34 salî ye bû serokkomarê dewleta Burkîna Faso. Îbrahîm Traore piştî li meclîsê sond xwar dest bi kare xwe kir. Her wiha ew niha li dinyayê weke serokkomarê herî ciwan yê dinyayê tê hesibandin.
Îbrahîm Traore di 30’yê Îlona 2022’an de rewşa ewlehiyê weke hincet nîşan dabû darbeyeke leşkerî pêk anîbû. Pê re jî dest danîbû ser rêveberiyê. Li gor qanûnên heyî yên Burkîna Fasoyê dê Îbrahîm Traore heya 2024’an weke serokkomar li ser kar be. Piştî hilbijartina 2024’an dê nebe namzet û karê wî bi dawî bibe.
Li dinyayê serkkomarê herî ciwan yê Şîlî Gabriel Boric dihat zanîn lê piştî Îbrahîm Traore serokkomariya xwe îlan kir ew bû serokkomarê herî ciwan yê li dinyayê ku niha li ser kar e.
NAVENDA NÛÇEYAN